Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî 7 salan diçin hecê

Piştî 7 salan şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê îsal biçin hecê.

Piştî 7 salan ji ber rewşa ku herêm tê re derbas dibe, îro sibehê 45 mêr û jinên Bakur û Rojhilat Sûriyê  bi rêya deriyê Sêmalka derbasî Başûrê Kurdistanê bûn da ku berê xwe bidin Erebistana Siûdî û biçin hecê.

Kongreya Civaka Demokratîk a Îslamî bi koordîneya bi aliyên peywendîdar di Ewqafa Hikumeta Başûrê Kurdistanê de, serpereştiya çûyîna şêniyan a hecê dike.

Tê payîn ku 65 kesên ji şêniyên herêmê ku li kampên Başûrê Kurdistanê dimînin, tev li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku dê biçin hec, bibin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Îslamî şêx Mihemed Xerzî û endamên kongreyê Seîd Hîşam û şêx Sînan Sîdoş heta deriyê Sêmalka bi şandeyê re çûn.

Berpirsên di Kongreya Civaka Demokratîk a Îslamî de diyar kir ku ji bo hêsankirina rêya kesên dixwazin biçin hec, hewl didin dan û standinan bi aliyên peywendîdar re bikin.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve şêniyên ji Sûriyê ji çûyîna hecê mehrûm bûn, piştî ku Siûdiyê peymanên hecê bi Desteya Hecê ya Bilind a Sûriyê a girêdayî opozîsyona Sûriyê re çêkirin, deriyê hecê li pêşiya şêniyên herêmê vebû.

(jo)

ANHA


Mijarên Din