Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya berxwedana Girê Spî didomînin

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çalakiyên xwe yên li bajarê Girê Spî ku rastî êrîşên dijwar ji hêla artêşa dewleta Tirk a dagirker ve tê, didomînin.

Bi dehan şêniyên Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazorê li navenda bajarê Girê Spî yê li hember dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dide, di çalakiyê de ne.

Şêniyan ji 3 rojan ve bi destpêkirina êrîşa dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bi armanca dagirkeriyê, berê xwe da bajêr.

Armanca şêniyan, piştevaniya berxwedana şêniyên Girê Spî li hember dewleta Tirk a dagirker e.

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din