Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîdên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anîn

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  Komkujiya Helebçeyê ku di encamê de zêdetirî 5 hezar sivîl bûn qurbanî, bi bîr anîn.

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê 32`yemîn salvegera Komkujiya Helebçeyê bi bîr anî.

Îro 16’ê Adarê ye anku 32 sal di ser komkujiya Helebçeyê re derbas bûn, rejîma Baasê li dijî gelê Kurd ê li bajarê Helebçe yê li Başûrê Kurdistanê di sala 1988`an de komkujî pêk anî û di encama wê de 5 hezar Kurd bûn qurbanî. Piraniya sivîlên jiyana xwe ji dest da jin, zarok û kal û pîr bûn.

Ji ber biryarnameya Rêveberiya Xweser a têkildarî qedexeya kombûnê îsal komên mezin li bajaran çênebûn lê dîsa jî gelek şênî li kolanên sereke yên bajêr kombûn û 5 deqeyan li ser giyanê pakrewanan rêz girt.

Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê şehîdên komkujiya Helebçeyê bi daxuyaniyekê bi bîr anîn. Yekitiyê diyar kir ku komkujî dê heta hetayê li ser eniya mirovahiyê cihê mixabiniyê be.

Daxuyanî wiha ye:

"Her sal 16’ê Adarê û tam saet di 11’ê sibê de şênî li ser giyanê şehîdên Komkujiya Helebçeyê deqeyekê rêzê digirin.

16’ê Adara 1988`an dîktatorê Iraqê Sedam Husên li dijî sivîlên Helebçeyê û zarokên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê komkujî pêk anî û piraniya wan jin, zarok û pîr bûn, her wiha bi hezaran birîndar bûn.

Komkujiya Sedam Husên pêk aniye, armanca wê tolhildana ji gelê Kurd û tevgerên siyasî û hewldana têkbirina azadî û mafan e, ji ber vê yekê dê ev komkujî her wek cihê şermezarkirina mirovahiyê bimîne.

Îro bi rasthatina 32`yemîn salvegera komkujiya Helebçeyê dîktator rojane li dijî Kurdan û birayên wan ên Suryan û Ereb hovanetirîn komkujiyan pêk tînin.

Erdoganê dîktator ê dewleta Tirk siyaseta Osmaniyan dide meşandin, sivîlan qetil dike, cenazeyan xerab dike û seriyan jê dike, tu bajar an parêzgeh an jî gund ji siyaseta Erdogan bê par nemaye û bi hezaran lê şehîd bûne.

Li gel vê yekê bi armanca derxistina şerê navxweyî yê di navbera pêkhateyên Sûriyê de hovîtirîn siyast bi kar tîne, lê di rastiyê de hewl dide projeya Rêveberiya Xweser têk bibe, ji ber ev proje projeyeke demokratîk e û nakokiyên Sûriyê bi dawî dike. Beramberî siyaseta dewleta Tirk civaka navdewletî bê deng e ji ber vê yekê, Erdogan bi îdiaya penaberan vegerîne malên wan siyaseta guhartina demografiyê dide meşandin, mînaka wê jî bajarê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ne.

Bi navê Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê em dubare bang li partiyên siyasî yên Kurdan dikin ku nakokiyên xwe deynin milekî û xîtaba kurdî li dijî siyasetên şovenîst çêkin. Baştirîn nameya ku em di vê roja reş de ji cîhanê re ragihînin, yekitiya Kurdan e û bîranîna şehîdên Helebçe û şehîdên Sûriyê ye.

Şehîda namirin, bijî azadî û bimire îxanet."

(eh)

ANHA


Mijarên Din