Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 2’yê Kanûnê de komkujiyek li dijî şêniyên Efrînê yên neçarî koçberiyê bûne, piştî topbarana li naveya Til Rifetê, pêk anî û di encamê de 10 sivîl, jê 8 zarok, şehîd bûn û hinên dîtir jî birîndar bûn.
Ji bo şermezarkirina komkujiyê bertekên gel û yên navneteweyî li dijî dewleta Tirk a dagirker zêde dibin. Şêniyên gundê Baxozê yê gundewarên Dêrazorê îro daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî ji hêla Hewas Dêreb El-Casim ve ku rûspiyê gund e, hat xwendin û wiha ye:
"Bi navê hemû zarokekan, şêx û jinan bang li rawestandina li dijî Erdoganê faşîst dikin û her wiha êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêma Til Rifetê şermezar dikin ku bi sedema wê bi dehan sivîl û zarokan şehîd bûn.
Her wiha bal dikişînin ser piştevaniya dewleta Tirk a ji DAIŞ’ê re ji destpêka avakirina wê de û hê jî heta vê kêliyê. Her wiha jî bi dehan êrişên terorî yên ku çeteyên DAIŞ’ê ji destpêka êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9’ê Cotmehê de pêk anîne, eşkere kir.
Dê qîrînên jin û zarokan lêpirsîna rûmetvanên cîhanê, bi taybet NATO’yê bikin ku sînorekê ji bêserûberî û sûcên Erdoganê faşîstê re deynin.
Bakur û Rojhilatê Sûriyê dev ji berxwedana xwe bernadin û dê li pişt QSD’ê ku tevahî cîhan ji hovîtiya DAIŞ’ê rizgar kiriye, bisekinin û ne razî ne ku desthilatiya Osmanî ya ku gel kole kiriye, vegere."
(fr)
ANHA