Şêniyên Bîr Kinîse bi keviran û pêlavan pêşwaziya dewriyê kirin

Şêniyên gundê Bîr Kinîse, bi keviran, pêlavên kevn û zebzeyên  xirabûyî pêşwaziya dewriya Rûsya û Tirkiyê kirin.

Nûçegihanên ajansa me diyar kirin ku, dewriya Rûsya û artêşa Tirk a dagirker ji gundê Şîrkê ya li rojavayê navçeya Dirbêsiyê dest bi gera xwe kir û ber bi gundê Bîr Kinîse ya li rojavayê gundê Şêrikê ve ketin rê. Dema dewrî gihîşt gundê Bîr Kinîse, şêniyan kevir, pêlavên kevn û zebzeyên xirabûyî avêtin dewriyê.

Nûçegihanan gotin ku dewrî gera xwe ber bi rojava ve dewam bikin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din