Şêniyên Çemankê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir

Bi sedan şêniyên Çemankê ya Amêdiyê îro bombebaran û dagirkeriya Tirkiyê ya li ser Başûrê Kurdistanê û gundên xwe şermezar kir.

Şêniyên gundên bajarokê Çemankê yê ser bi navçeya Amediyê ya Dihokê ve li dijî bombebaran, şewitandina zeviyên Kurdan û valakirina gundan a ji aliyê artêşa Tirk ve li Başûrê Kurdistanê tê kirin, çalakiyek li dar xist.

Rojnewsê ragihand ku di çalakiyê de destdirêjî û dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê hate şermezarkirin û banga xwedîderketina li axa Başûrê Kurdistanê li berpirsan hate kirin.

Çalakiya şêniyên Çemankê û gundewarên wê li navenda Çemankê pêk hat. Welatiyan nerazîbûnên xwe bi dirûşmên “Na ji bo bombebaranan”, “Na ji bo şewitandina zeviyan” û “Na ji bo valakirina gundan” anîn ziman.

Her wiha ciwanên herêma Silêmaniyê jî dê îro bi armanca şermezarkirina dagirkeriya Tirk bi pêşengiya Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li Parka Nalî ya Silêmaniyê çalakiyekê li dar bixin.


Mijarên Din