Şêniyên Cezzayê: Li dijî planên dewleta Tirk têkoşîn wê dewam bike

Şêniyên Cezzayê li dijî dagirkirina dewleta Tirk meşiyan û diyar kir ku li dijî planên dewleta Tirk a dagirker wê têkoşîna wan berdewam bike.

Bi sedan şêniyên bajarokê Cezzayê yê herêma Cizîrê li pêşiya Şaredariya Gel kom bûn û li dijî dagirkirina dewleta Tirk axa Sûriyê meşiyan û êrişên wê yên domdar li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ruxmî lihevkirina agirbestê bi garantiya Rûsyayê û Amerîkayê û tecrîda ku li rêber Abdullah Ocalan ferz dike, şermezar kir.

Meş ji ber avahiya Şaredariya Gel dest pê kir û li ber deriyê têketina bajarokê Cezzayê ji aliyê başûr ve bi dawî bû. Şêniyan sloganên "Ji sînor ta sînor QSD`ê hebûna me diparêze", "Sûriya azad e Erdogan derkeve derve", "Gelê Sûriyê yek e", "Azadî ji bo seroka Apo" berz kirin.

Her wiha wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Em dev ji ax û azadiya xwe bernadin", "Na ji dagirkeriya Tirk re û na ji guhetina demografîk li Efrîn, Serêkaniyê û Girî Spî re", "Azadî ji bo serok Apo", "Em dagirkeriyê tune bikin û nirxên şoreşa xwe biparêzin", alên Hêzên Sûriya Demokratîk (MSD), Kongreya Star û Malbatên Şehîdan hildan.

Meş li deriyê têketina bajêr ji aliyê başûr ve veguherî mitîngê. Di mitîngê de hevserokê navçeya Til Hemîsê Hiyal El-Xiwêr axivî û got: “Bajarokê Cezza li pêşiya êrişên DAIŞ`ê bendek asê bû. Îro jî li dijî planên fitneyê û derxistina şerekî navxweyî di navbera Kurd û Ereb de serî hilde. QSD`ê tevahiya komployên li dijî herêmê têk bibin.”

El-Xiwêr wiha domand: “Desteyên NY`yê hikumeta dewleta Tirk wek hikumetekê ku azadiyan çi li derveyî sînorên xwe û çi li hundir Tirkiyê diçewisîne, dibîne. Gelê Tirk mîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê azaran ji milîsên Erdogan dikişîne.”

Her wiha endama Kongreya Star Fatme El-Yusif axivî û diyar kir ku AKP`ê li dijî gelên herêmê û gelê Iraq û Lîbyayê sûcan pêk tîne û bang li dewletên cîhanê û rêxistinên mirovî kir ku rê li pêşiya Erdogan û sûcên wî bigirin.

Rûspiyê êla El-Xersa ya ji qebîleya Şimer Kemal El-Elî axivî û da zanîn ku bi navê êlên Cezza û berxwedana ku xweşiktirîn tabloyên fedekariyê li hemberî zordestan xêz kirine, ew êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên wan şermezar kirin û wiha dewam kir: “Têkoşîna me heta rûniştandina rêgeza neteweya demokratîk berdewam e.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din