Şêniyên Dirbêsiyê: 3’yê Tebaxê mohrek şermê ya li eniya mirovahiyê ye

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê di 3’ê Tîrmeha 2014’an de li dijî gelê Êzîdî yên Şengalê pêk anîn, wek roja reş binav kirin û wiha gotin: “Ev komkujî mohrek şermê ya li ser eniya mirovahiyê ye.”

3’yê Tebaxê salvegera 5’emîn a komkujiya Şengalê ye. Ev komkujî çeteyên DAIŞ’ê pêk anî û di encamê de bi hezaran qurbanî çêbûn. Her wiha jî bi hezaran jin û zarokên Êzîdî hatin revandin û di sûkan de hatin firotin.

Ajansa me li ser komkujiya Şengalê bi şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê re hevdîtin pêk çêkir. Şêniyan diyar kirin civaka navnetewî berpirsê vê komkujiyê ye.

‘YPJ/YPG û QSD’ê tola Şengalê hildan’

Şêniya bi navê Semîra Ezîz qirkirina ku di 3’yê Tebaxa 2014’an li ser gelê Êzîdî pêk hat şermezar kir û wiha got: “Ev roj ji mirovahiyê re rojek reş e. Em bejna xwe li hember şehîdên Feremana 74’an a li ser Şengalê ku bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatin qetilkirin, ditewînin. Hedefa çeteyên DAIŞ’ê qirkirina civaka Êzîdî, çewisandina nasname û çanda wan a resen bû."

Sermîra tekez kir ku YPG û YPJ’ê rola sereke di rizgarkirina bi hezaran êzîdiyan de bi rêya korîdora ewle ya ber bi Rojava ve lîst: “YPJ û YPJ’ê soza xwe pêk anîn. YPG, YPJ, YBŞ, YJŞ û QSD’ê  tola Şengalê û gelê wê hilda. Wan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin, bi sedan jin û zarokên Êzîdî yên ku çeteyan ew anîbûn herêmên Sûriyê rizgar kirin.”

‘Komkujiya Şengalê şerma li eniya mirovahiyê ye’

Şêniyê bi navê Ehmed Hesen komkujiya Şengalê şermezar kir û wiha got: “Ev komkujî ji komkujiyên mezin û hovîtîrinê ku di sedsala 21’an de rû çêbûye. Komkujî şerma li eniya tevahî mirovahî û civaka navdewletî ye. Ji ber civaka navdewletî bi erka xwe ya parastina kêmnetewe, olî û etnîkî li herêmê, ranebû."

Cîhan Mihemed tevahî şehîdên ku di parastina xak û gelê Êzîdî de canê xwe dane bibîr anî û wiha got: “Çeteyên DAIŞ’ê mafên gelê Şengalê binpê kir, ji bilî firotina jinan û tecawîzkirina wan. Hovîtirîn komkujî pêk anîn. Lê belê vê hovîtiyê dirêj nekir. Hêzên me tola wan hildan. Jina Kurd rola lehengî di şerkirin û tolhildana jinên Êzîdî de lîst. Gelek şehîd ji bo rizgarkirina revandiyan dan."

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din