Şêniyên Dirbêsiyê banga eşkerekirina rewşa Rêber Ocalan kirin

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê daketin qadan û banga eşkerekirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan kirin.

Bi sedan şêniyên navçeya ya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê li ber Navenda Ciwanan a Dibêsiyê kom bûn û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan di destên wan de. Şênî di nav kolanên navçeyê yên sereke de ber bi sîronên Tirkiyê ve meşiyan.

Li ber sînorên Tirkiyê meş veguherî çalakiyek protestoyî.

Di çalakiyê de endama rêveber a Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê Edalet Umer axivî û got: "Ji ber şewatê metirsî û gumanên me girêdayî jiyana Rêber Abdullah Ocalan in."

Edalet Umer wiha domand: "Îro em ser sînor in ji bo ku em rewşa Rêber Abdullah Ocalan nas bikin. em ê çalakiya xwe heya eşkerekirina rewşa Serok berdewam bikin."

Di dawiyê de şêniyan sloganên naskirina rewaşa Ocalan berz kirin.

 (şx)

ANHA


Mijarên Din