Şêniyên Dirbêsiyê: Berxwedana QSD’ê ya li dijî dagirkerî û çeteyên wê, berxwedaneke dîrokî ye

Bi hezaran şêniyên navçeya Dirbêsiyê da ku destekê bidine QSD`ê û êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red bikin, daketin qadan û gotin: "QSD’ê vîna me ye."

Îro(duşemê) bi hezaran şêniyên navçeya Dirêbêsiyê û gundewarên wê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û destekdayîna ji QSD`ê re daketin qadan.

Xwepêşandêran alên QSD`ê, pankartên bi nivîsên"QSD`ê vîna me ye, ji xak û azadiya xwe venagerin, hevpeymanên li dijî vîna gelan, tu carî qebûl nakin" hilgirtin.

Meş ji ber Navenda Ciwanan a navçeyê û di nava diruşmên "Bijî berxwedana QSD`ê, bijî Berxwedana Rûmetê" de destpê kir û di nava kolanên sereke yên navçeyê de geriyan. Meş li Qada Şehîdan a rojhilatê navçeyê veguhrî mîtîngê.

Li Qada Şehîdan li ser navê eşîra Cerbe Haşim Cerbe axivî û îşaret bi destekdayîna ji QSD`ê re kir û wiha pê de çû: " Em wek pêkhateyên Dirbêsiyê yek dest in, tu kes nikare vî gelî ji hev parçe bike. Ji ber me bi hev re li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer kiriye. Her wiha îro jî em ê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şer bikin û rê nedin wan gefên li dijî ewlehî û armaniya me".

Li aliyekî din jî bi navê Kongre Star şaxê kantona Hesekê Rojhilat Arif axivî û got: "Berxwedana ku QSD`ê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tîne, berxwedaneke dîrokî ye, dê her destekê bidin hêzên xwe ku bi saya wê bi ser bikevin."

Meş bi dirûşêma"Bijî berxwedana QSD`ê piştevaniyê QSD”, bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din