Şêniyên Dirbêsiyê: Bi yekitiyê em ê xaka xwe ji dagirkeran rizgar bikin

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê gotin nêzîkbûna partiyên kurdî ji hev dilan şad dike û gotin divê aliyên siyasî li hev bikin, li nuqteyên hevbeş bigerin û yekitiya netewî ava bikin.

Li hemberî gef û xeteriyên derve, bangên avakirina yekitiya netewî ya Kurdî li partî û hêzên Kurdistanî didome.

Siyasetmedar, rewşenbîr û hunermend bi awayekî domdar banga yekitiya netewî ya Kurdî dikin. Bi taybet piştî însiyatîfa pêkanîna yekitiya Kurd a fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî. Di çend rojên dawîn de danustandinên yekser di navbera Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) de çêbûn. Lê heta niha tu daxuyanî nehat dayîn bê ka însiyatîf biser ket lê na.

Gelê Kurd bang li ENKS`ê dike ku ji îtîlafa Sûriyê vekişe, ji ber ku îtîlaf bû sedema sereke ya berbelavbûna kurdan û dagirkirina Serêkaniyê, Efrîn û herêmên din li Rojava. Lê heta niha ENKS`ê di nav îtîlafê de tevdigere.

Girêdayî mijarê  ANHA nêrînên şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê girtin. Şênî hêvî dikin ku yekitiya netewî ya Kurdî ava bibe.

Şêniyê bi navê Perwer Mîdî got: "Banga fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk a ji bo yekitiya Kurd girîng e. Ji ber ku gelê Kurd di vê demê de bi hewcedariya yekitiyê ye."

‘DIVÊ ALIYÊN SIYASÎ LIHEV BIKIN‘

Mîdî bang kir ku divê berbelavbûna gelê Kurd bidawî bibe û got: "Divê tevahiya aliyên siyasî yên Kurdistanê lihev bikin û nuqteyên hebeş bibînin û gavên ber bi pêkanîna yekitiyê ve bi şêwazekê ku hêviyên gel pêk bîne bavêjin. Divê Rêveberiya Xweser wek alîkar mudexele bike da ku pirsgirêkên di navbera aliyên siyasî de li herêmên xwe çareser bike."

‘NÊZÎKBÛNA DI NAVBERA PYD Û ENKS`Ê DILAN ŞAD DIKE‘

Mîdî di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku ji çend rojan ve li ser malperên tevna civakî nûçeyên pêkhatina lihevkirinekê di navbera ENKS û PYD`ê de bi navbeynkariya Amerîka belav bûne, ev nûçe dilan şad dike, heta kolana Kurd jî ji van gavan razî ye û wê wek hêviyekê ji bo pêkanîna yekitiyek nêz dibînin.

‘YEKITÎ XEWNEKE KEVN E‘

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Silêman Hec Elî got: "Pêkanîna yekitiyê xewneke kevn e. Di rastiyê de em xeyal dikin ku Kurd wek bira bi hev re kar bikin û Kurdistanê rizgar bikin. Berê gelek aliyan banga yekitiyê kirin. Lê tu gavên pratîk nehatin avêtin. Însiyatîfa Mezlûm Ebdî jî ji tevahiya Kurdan re hêviyek e."

Elî îşaret pê kir ku Mezlûm Ebdî hewl dide dengê Kurd bike yek da ku gel azad bibe û ji cîhanê re xuya bike ku gelê Kurd bi dil û beden yek e.

Şêniyê bi navê Hisên Biro jî destnîşan kir ku ew li ser hêviya Kurdistanek yekgirtî mezin bûne û got: "Ji ber ku dewletên mêtinger Kurdistanê kirin çar parçe û gelê Kurd jî kirin sed parçe."

 ‘BI YEKITIYA KURD EM Ê AXA XWE JI DAGIRKERA TIRK RIZGAR BIKIN‘

Di dawiya de Biro got: "Gelê Kurd tenê bi yekitiya helwestê dê berbelavbûna xwe kom bike û li hember palanên Tirkiyê bisekine. Însiyatîfa Mezlûm Ebdî hişt ku em carek din nefesa hêviya yekitiya Kurd bistînin. Bi saya vê yekitiyê dê Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û tevahiya herêmên dagikirî rizgar bibe."

(şx)

ANHA


Mijarên Din