Şêniyên Dirbêsiyê: Herêm ewle ye, Tirkiye ewlehiya me xirab dike

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê, avakirina herêma “ewle” ya bi sponseriya dewleta Tirk de red kirin û gotin: “Herêmên me ewle ne. Dagirkeriya Tirkiyê ewlehî û îstiqrara me xirab dike.”

Hemû pêkhateyên herêmê û rêxistinên siyasî, avakirina herêma “ewle” ya di bin serweriya dewleta Tirk a dagirker de red dikin û dibêjin “Tirkiye gefan li ewlehiya me dixwe. Dixwaze bi rêya herêma qaşo ewle herêmê dagir bike û komkujiyan pêk bîne.”

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê jî wek hemû şêniyên herêmê ev pêşniyara dagirkeriya Tirk red kirin.

Şêniyê bi navê Ebdilwehab Xelef wiha got: "Tirkiye dixwaze bi avakirina herêma “ewle”, herêmên din jî dagir bike. Herêma “ewle” ya ku Tirkiye armanc dike ava bike, rêzbazî û planeke nû ya ji bo dagirkirina herêmê ye. Armanc pêkanîna komkujiyan e. Çawa ku niha li Idlib, Izaz û Efrînê pêk tîne.”

 Her wiha şêniyê bi navê Fehed Eyo avakirina herêma “ewle" ya di bin serweriya Tirkiyê de red kir.

Eyo bêdengiya navnetewî û rejîma Sûriyê li dijî kiryarên dagirkeriya Tirkiyê û binpêkirinên ku çeteyên wê li Efrînê û herêmên Sûriyê pêk tîne, şermezar kir.

Şêniya bi navê Şaha Şêxî wiha got: "Erdogan armanc dike herêma “ewle” ava bike, lê wê çawa ava bike û em rojan e binpêkirinên wî li Efrînê dibînin. Ji ber vê yekê em avakirina herêma “ewle” bi sponseriya Tirkiyê qebûl nakin."

Şêniyê bi navê Mihemed Mesûm da xuya kirin ku armaca Erdogan parçekirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li ser bingeha biratiya gelan û Netewa Demokratîk ava bûye.

Her wiha şêniyê bi navê Îbrahîm El-Elî jî got: “Herêma “ewle" planeke nû ya ji bo zindîkirina çeteyên DAIŞ`ê ye.”

(jo/bm)

ANHA 


Mijarên Din