Şêniyên Dirbêsiyê: Xeta me berxwedan e, em ê li dijî dagirkeran bisekinin

Welatiyên navçeya Dirbêsiyê teqez kir ku ew dagirkeriya Tirk li herêmê red dikin û got ew ê rêgeza berxwedanê ji xwe re esas bigirin û li hember gefên dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin.

Dagirkeriya Tirkiyê ev demek e gefan li dagirkeriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û hêzên xwe yên leşkerî li ser sînor zêde dike. Gef rastî refleksên tund û şermezarkirinê ji aliyê şêniyên herêmê de tên.

Di vê çarçoveyê de, şêniyên navçeya Dirbêsiyê gefên dagirkeriya Tirkiyê ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û tekez kir ku ew ê nehêlin dagirkeriya Tirk komkujiyan li ser gelên herêmê pêk bîne.

Şêniyê bi navê Ferhan Mîrzo da zanîn ku ev gefên Tirkiyê ne nû ne û wiha got: "Tirkiye dewleteke dagirker e, bi rêya gefên xwe armanc dike îradeya gelên herêmê bişikîne, lê em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser rêgeza berxwedanê ne, wek çawa me dijî çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe da, em ê li dijî dagirkeriya Tirk jî li ber xwe bidin."

Mîrzo destnîşan kir ku ew nahêlin Tirkiye ewlehî û îstiqrara wan têk bibe û projeya wan a demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi xwîna şehîdan hate avdan, têk bibe.

Her wiha şêniya bi navê Abdullah Mistefa diyar kir ku gelên herêmê rêya berxwedanê esas girtine û wiha got: "Ji ber ku me li ber xwe da, em niha jî di nava ewlehî û aramiyê de ne û em nahêlin kes ewlehiya herêmên me têk bibe."

Şêniya bi navê Necwa El-Ebas diyar kir ku ew komkujiyên ku Tirkiyê li Efrînê pêk anîn, ji bîr nakin  û wiha got: "Em nahêlin dewleta Tirk a dagirker careke din herêman dagir bike û komkujiyan pêk bîne, gelên herêmê xwişk û bira ne û kes nikare cudahiyê bixe navbera wan, em şer naxwazin, lê eger êrîşî me bikin, em ê li ber xwe bidin."

Şêniya bi navê Leyla Seîd jî got Erdogan armanc dike ku ji nû ve serdema Osmaniyan vejîne û desthilatdariya xwe li herêmê ferz bike û wiha got: "Em wê yekê nahêlin û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."

(jo)

ANHA


Mijarên Din