Şahî bi tevlêbûna bi sedan şêniyên navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê, nûnerên partiyên siyasî û endamên saziyên sivîl û leşkerî li qada geracê ya bajarê Dirbêsiyê li dar ket.
Piştî deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdan, bi navê PYD`ê Mihemed Xelef got, 15`ê Tebaxa 1984`an fermandar Egîd bi komeke hevalên xwe li dijî duyemîn dewleta di NATO`yê de ku ew jî dewleta Tirk a dagirker e dest bi şerê çekdarî kir.
Xelef destnîşan kir ku 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd ê li parçeyên Kurdistanê roja xilasiya ji zilmê ye û got: "Fîşekên ku di 15`ê Tebaxê de hatin teqandin parçeyên Kurdistanê ya dagirkirî ku ji aliyê dewletên kapîtalîst ve hatiye dabeşkirin kir yek. 15`ê Tebaxê roja rizgarkirina hebûna Kurd e, roja yekitiya gelan û roja vejînê ye."
Bi navê Kongreya Star endama kongreyê Ebîr Hesen axivî û Pêngava 15`ê Tebaxê li Rêber Abdullah Ocalan û gerîlayên li çiyayên Kurdistanê û hemû gelê Kurd pîroz kir.
Ebîr Hesen da zanîn ku bi damezrandina Rêveberiya Xweser a û avakirina hêzên leşkerî reew îro berhemên roja 15`ê Tebaxê didin hev.
Ebîr Hesen ev li gotina xwe zêde kir: "Ji bo gelê Kurd roja 15`ê Tebaxê destpêka xeta têkoşîn û berxwedanê ye, tu kes nikare dawî li vê têkoşînê bîne, isbata vê yekê jî ev 3 meh in ku gerîla li çiyayên Kurdistanê li hemberî çekên herî pêşketî li ber xwe dide."
Ebîr Hesen wiha dawî li gotina xwe anî: "Em di tevgera jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de em ê şopdarên xeta têkoşîn û berxwedana bin ku roja 15`ê Tebaxê ji hemû jinên Kurd û jinên cîhanê re xêz kiriye."
Şahî bi stranên Koma Zîlan ên şoreşgerî û follklorî û gerandina govendan bi dawî bû.
(eh)
ANHA