Şêniyên Dêrazorê 3 şehîdên xwe oxir kirin

Bi tevlîbûna bi sedan şêniyên herêma Dêrazorê cenazeyê 3 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Goristana Şehîd Xidir El-Hemada hatin veşartin. Di merasîmê de nasnameya 5 şehîdan hatin eşkerekirin.

Bi sedan şêniyên gundewarên Dêrazorê û endamên saziyên sivîl û leşkerî li gundê Mekmenê yê gundewarê bakurê Dêrazorê kom bûn. Girse cenazayên hersê şehîdan Hisên Xelîl Hadî, Xelef Mihemed Hebîb û Ebdulhemîd Hemûd Ebdul El-Hemîd ku di 12`ê Nîsanê de şehîd bûn, wegirtin û bi kerwanekêlji dehan wesayîtan ber bi goristana Şehîd Xidir El-Hemada ya li herêma Ebû Xeşeb ve ketin rê.

Li goristana Şehîd Xidir El-Hemada merasîmê bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî ji aliyê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve dest pêkir.

Paşê endamê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Seyf Ebdellah axivî  sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, şehîdan bi xwîna xwe destanên qehremaniyê nivisandin û welat rizgar kirin.

Seyf Ebdellah wiha dewam kir: "Îro em lehengên ku şehîd bûn oxir dikin, wan rêya gelan ronî kirin."

Her wiha endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Beşar Şemsedîn axivî û banga xwedîdketina li destkeftiyên şehîdan kir.

Piştî axaftinan, Meclisa Malbatên Şehîdan nasmameya 5 şehîdên QSD‘ê, ku di 8`ê Gulanê de dema ku bi erka xwe ya leşkerî radibûn şehîd bûn, navên şehîdan ev in: Hesen El-Xelef (Wîsam Hesekê), Cîhad El-Ebûd (Qeyser), Tariq El-Hemed (Şiblî), her wiha endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed El-Hesen û Ebûdê El-Hemadê ku di 19`ê Nîsanê şehîd bûn eşkere kirin.

Paşê nasnameya şehîdan ji aliyê endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Wefaa Celal ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Hevalên şehîdan cenazeyê her sê 3 şehîdan hilgirtin û di nava dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA


Mijarên Din