Şêniyên Dêrazorê du şehîdên xwe oxir kirin

Şêniyên herêma Ebû Xeşeb cenazeyên şervanên QSD`ê Ehmed El-Yasîn û Hesen Hessan li Goristana Şehîd Xidir El-Hemadê bi merasîmekê oxir kirin.

Îro bi sedan şêniyên bajarokê Ebû Xeşeb û herêmên derdorê yên gundewarê Dêrazorê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û şervanên QSD`ê li ber deriyê têketina bajarokê kom bûn da ku tev li merasîma oxirkirina cenazeyên şehîdên QSD‘ê Ehmed Mihemed Yasîn (Agirî) û Hesen Hessan El-Taha (Hessan) bibin. Her du şervan dema li ser erka xwe bûn li gundewarê Dêrazorê şehîd bûbûn.

Piştî wergirtina cenzayên şehîdan, girseya gel ber bi Goristana Şehîd Xidir El-Hemadê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji hêla şervanên QSD`ê ve destpê kir.

Piştre axaftin bi navên Meclisa Malbatên Şehîdan, meclisên herêmî, Meclisa Qanûnsaz, Rêveberiya Jin a Dêrazorê û QSD`ê hatin kirin. Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin, rol û fedekariyên wan ji bo parastina herêmê silav kirin. Her wiha soza şopandina rêyan şehîdan heya pêkanîna armancên wan dan.

Piştre wesîqeyên şehadetên şehîdan ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan ve hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin. Di dawiyê de şêniyan cenazeyên şehîdan li goristanê  veşartin.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din