Şêniyên Dêrazorê israra redkirina dagirkeriyê didomînin

Bi sedan şêniyên herêma Dêrazorê serdana konê çalakiya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hatiye vedan, kir. Konê çalakiyê yê li bajarokê Til Semin di roja xwe ya 4`an de ye û israra yekitiya Sûriyê û destekdayîna ji QSD`ê re nîşan dan.

Bi sedan şêniyên Dêrazorê serdana konê çalakiyê yê li bajarokê Til Semen ê li kêleka bajarokê Eyn Îsa anku bakurê Reqayê, li dijî dagirkeriya Tirk hatiye vedan, kirin. Konê çalakiyê di roja xwe ya 4`an de ye.

Di roja 4`an de li ser navê Melisa Malbatên Şehîdan şaxê Dêrazorê endamê saziyê Xeldûn Alî, li ser navê Meclisa Jinan a Dêrazorê endama rêveberiyê Fatima Hesen û li ser navê Meclisa Ciwanên Dêrazorê endamê meclisê Xelîl Efyan axivîn. 

Axêveran bal kişand ser efsaneyên ku şervanên QSD`ê li dijî dewleta Tirk dinivîsin, her wiha got di oxira parastina gelê herêmê de canê xwe feda kirine.

Kesên axivîn bal kişandin ser girîngiya yekitiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li dijî dagirkeriya Tirk û projeya Osmaniyan a nû ya li herêmê, destekê bidine QSD`ê.

Çalakî bi serdana şêniyên berdewam e.

(eh)


Mijarên Din