Şêniyên Dêrazorê jî li dijî gefên Tirkiyê bi israr in

Li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sedan şêniyên bajarokê Hecîn û gundewarên wê bi slogan "Na ji sîtemkariya Tirkiyê ser xaka Sûriyê re" meşek li dar xist.

Li dijî gefên Tirkiyê li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê şêniyên bajarokê Hecîn û gundewarên wê daketin qadan û kiryarên Tirkiyê şermezar kirin. Meş ji aliyê meclisa bajarokê Hecînê ve hate organîzekirin.

Meş bi beşdariya bi sedan şênî, endamên meclisên herêmî, endamên Mala Jinan û endamên Meclisa Gel a Hecînê bi rê ve çû.

Xwepêşandêr li naverasta bajarokê Hecînê kom bûn, paşê ber bi avahiya Çandiyê ve ku li aliyê bakurê bajarokê Hamlîn e, çûn. Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên"Na ji dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê”, “Komîteya Hecînê bang li Neteweyên Yekbûyî dike ku rê li pêşiya desteserkirina Erdogan bigire" hilgirtin.

Çalakiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê hevserokê Meclisa Gel a bajarokê Hecîn Îsmal Selman axivî û gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir. Selman wiha axaftina berdewam kir: "Zêdegaviyên dewleta Tirkiyê eşkere ye, nîşana vê yekê jî dagirkirina Efrînê ye û îro jî dixwaze serweriya li Sûriyê berfirehtir bike."

Îsmal Selman  bêdengiya navdewletî beramberî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Hevserokê Meclisa Gel a bajarokê Hecînê Îsmal Selman di dawiya axaftina xwe de îşaret bi xwe rêvebirina şêniyên û parastina xwe kir û wiha got: "Em ji bo parastina herêmên xwe, xwe naspêrin ti hêzan, me ji berdêla hemû cîhanê li dijî DAIŞ`ê şer kir û heta serkeftinê berdêlan bidin, di heman demê de em sozê didine hemû şehîdan xwe ku çi dibe bila bibe, em ê heta dawiyê parastina herêmên xwe bikin."

Merasîm bi sloganên "Na ji gefên Tirkiyê re”, “Bijî berxwedan û israra gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê" bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din