Şêniyên Dêrazorê parçekirinê red dikin

Bi sedan şêniyên gundewarên rojavayê Dêrazorê hewldanên Tirkiyê yên parçekirina xaka Sûriyê red kirin û tekez kir ku piştevaniya QSD’ê dikin û li rex parastina ewlehî û aştiya herêmê disekinin.

Bi sedan şêniyên gundewarên rojavayê Dêrazorê tevî pankartên "Na ji dagirkeriya Tirk re","Na ji parçekirina Sûriyê re","Bijî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)" û alên QSD’ê li çerxerêya bajarokê Hisan kom bûn. Ji wir jî bi erebeyan dest bi ger û çalakiya li nava gund û bajarokên Mihêmîd, Sifêret Hewayêc, Zixêr û Seiwê kir.

Her wiha dirûşmên redkirina parçekirinê û hewldanên xistina fitneyan di herêmê de hatin berzkirin.

Beşdar li ser rêya navdewletî ya giştî ya gundewarên Dêrazorê rawestîn. Li wir dirûşmên silavkirina berxwedana QSD’ê,  banga yekkirina Sûriyê, yekitiya gelê Sûriyê û redkirina binpêkirinên Tirkiyê hate kirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din