Şêniyên Dêrikê cenazeyê şehîd Aser Aras oxir kirin

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê cenazeyê şehîd Aser Aras a şervana YPJ`ê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kirin.

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê, Koçerat, Berav, navçeya Girkê Legê û herêma Berav li ber nexweşxaneya Şehîd Hogir kom bûn û cenazeyê şehîd Aser Aras bi rastnav Gulîzer Goranî ya ku bi qezeyeke tirafîkê şehîd bûbû wergirtin.

Kerwana şehîd ji ber nexweşxaneya Hogir ber bi Goristana Şehîd Xebat re kete rê û di nav kolanên bajarê Dêrikê de geriya.

Li goristanê merasîm bi rêzgirtinê  destpê kir. Şervanên YPG û YPJ’ê torenek leşkerî lidar xistin.

Piştre yek fermendarên YPJ`ê Nûcan Xêrkî axivî û sersaxî ji malbata şehîd Aser Aras û tevahiya malbatên şehîdan re xwest. Nûcan soza şopandina rêya şehîdan heya pêkanîna serkeftin, ewlehî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, da.

Endama Kongreya Star a Dêrikê Wesfa Murad axivî û fedekariyên jinê yên ji bo parastina xak û gelê herêmê bibîr xist. Wesfa tekez kir ku destkeftiyên ku jinê bi dest xistine dê bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de werin nivîsandin.

Piştî bidawîbûna axaftinan bawernameya şehadeta şehîd Aser Aras ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate xwedin û radestî Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê hate kirin.

Piştî bidawîbûna merasîmê girseya gel cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayîkan de û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din