Şêniyên Dêrikê ji bo çalakgerên grevên birçîbûnê meşiyan

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê piştgiriya xwe bi berxwedana greva birçîbûnê rave kirin û bang li şêniyan kirin ku li dijî tecrîdê asta têkoşînê mezin bikin.

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê li qada Azadî kom bûn û tevlê meşa ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevaniya daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bûn.

Meş ji qada Azadî  dest pê kir û li kolanên sereke yên bajarê Dêrikê li gel girtina dikanan dewam kir. Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana Îmraliyê hatin qîrkirin. Meş li ber navenda Şehîd Bawer a Ciwanan rawestî û veguherî mitîngê.

Piştî deqeya rêzgirtin, endamê rêveber ê PYD‘ê yê Dêrikê Hisên Remedan axivî û got: "Em berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê ji bo bidawîkirina tecrîda ku li dijî Ocalan hatiye ferzkirin pîroz dikin."

Remadan destnîşan kir ku tecrîda li dijî Ocalan der heqê mirovahiyê de ye û got: "Bi saya felsefeya Ocalan gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekîtiya xwe ava kirin û çeteyên DAIŞ‘ê têk birin. Em bang li gelên azadîxwaz, rêxistinên hiqûqî û mirovahî kir ku rewşa Ocalan û çalakgerên greva birçîbûnê bibînin û yekser mudexele bikin û tecrîdê bi dawî bikin. Her wiha piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê bikin da ku zextê li dagirkeriya Tirk bikin ji bo ku tecrîdê bidawî bikin."

Meş bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana têkoşer Leyla Guven û hevalên wê bi dawî bû.

(şx)
ANHA


Mijarên Din