Şêniyên Dêrikê li gorî biryarên rêveberiyê tev digerin

Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat bang li tevahî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li gorî biryara qedexekirina çûn û hatinê tev bigerin û alîkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bikin da ku pêşî li belavbûna Koronavîrusê (Covid-19) li herêmê bigirin.

Qedexekirina çûn û hatinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja 3`yemîn de ye. Şênî li gorî biryarê tev digerin û tenê ji bo kirîna madeyên xwarinê ji malên xwe derdikevin.

Deriyên têketin û derketinê û kolanên bajarê Dêrikê vala ne. Gera dewriyeyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên Hawarî di nava bajêr de zêde bûye.

Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat ji ANHA’yê re axivî. Berekat wiha anî ziman: "Biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya qedexekirina çûn û hatinê ji ber belavbûna Koronavîrusê li gelek dewletên cîhanê, hat dayîn. Tevgera şêniyan li sûka Dêrikê pir kêm e, ger hebe jî ji bo peydakirina pêdiviyên rojane ye."

Kenan Berekat tekez kir ku şêniyên Dêrikê li gorî biryaran tev digerin û got: "Ger şênî pabendî biryaran nebin, dê rastî lêpirsînê bên. Ji bo xweparastina ji vê şewbê, em hêvî dikin ku her kes biryarê pêk bîne."

Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Hawarî, Trafîk, Şaredarî û Komîteya Tenduristiyê li her derê belav bûne da ku kombûn çênebin û perspektîfan didin şêniyan da ku li gorî biryaran tev bigerin û di malên xwe de bimînin."

DAÎREYA TEMWÎNÊ ROJANE LI SER SÛKÊ DIGERE

Endamê şaneya aloziyê ya herêma Dêrikê Mihemed Abdulrehîm jî pişterast kir ku Daîreya Temwînê û Meclisa Herêma Dêrikê rojane di nava dikanên kel û pelên xwarinê de digerin û buhayan dişopînin da ku bazirgan pê nelîzin.

Abdulrehîm wiha daxuyand: "Gera şêniyan û kombûn, jiyana wan dixe xetereyê. Ji ber ku ev vîrus li seranserê cîhanê belav bûye û dibe ku jiyanê di hemû aliyan de rawestîne. Lewre em hêvî dikin ku şênî di malên xwe de bimînin."

Welatiyê bi navê Mihemed Elî yê ji Dêrikê jî wiha got: "Biryara qedexekirina çûn û hatinê ji bo parastina şêniyan û ji bo pêşîlêgirtina vîrusê ye."

Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 23`yê Adarê de biryara qedexekirina çûn û hatinê da, ji bo ku pêşî li belavbûna Koronavîrusê li herêmê bigire.

(bx)

ANHA


Mijarên Din