Şêniyên Dêrikê êrîşên Tirkiyê yên li ser Başurê Kurdistan şermezar kirin

Bi diruşma ‘Na ji dagirkeriya Tirk li Başûrê Kurdistanê û herêma Biradost, re’ bi hezaran şêniyên Dêrik û navçeyên wê êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Bi hezaran şêniyên Dêrikê û navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer li qada Karkeran kom bûn û bi berizkirina diruşmên şermezarkirina bombebarana dagirkeriya Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bêdengiya hikumeta Herêma Başurê Kurdistanê ya ji binpêkirinên Tirkiyê re ber bi deriyê Sêmalkayê ve herikîn.

Meşvanan wêneyên şehîdan û pankartên bi nivîsên "Na ji dagirkeriya Tirk ji Başurê Kurdistanê û herêma Biradost re" hilda bûn.

Meş li naverasta Dergeha Sêmalka vegerî mîtîngê.

Bi navê Koordînasiyona Kongreya Star Perwîn Yûsif wiha axivî: "Çiyayên Kurdistanê dibistanên azadiya şervanan in û ne pêkan e em di der barê bûyerên bi serê hêz û herêmên me de ji hêla faşîsta Tirkiyê ve tên, bê deng bin." Perwîn got: "Çiyayên Kurdistanê cihê kurdan e û nabe dagirkeriya Tirk me ji hev bike."

Perwîn wiha domand: "Bêdengiya hikuma herêma Kurdistanê ji binpêkirina dagirkeriya Tirk re ji bo parastina berjewendiyên takakesî tê. Ji ber ku êrîşên Tirkiyê yên li ser Biradostê di heman roja ku Nêcîrvan Barzanî de bûye serok û bi taybet hevdîtinên wî ya ji berpirsên Tirk a beşdarbûna merasîmê serokatiyê re, hat. Ev jî nîşan dide ku hikumeta Herêmê bi Tirkiyê re hevpar e. Ji lew re piştî merasîma serokatiyê, rayedarên Tirk tekez kir wê têkiliyên nû bi hikumeta Herêmê re pêk bînin."

Di mîtîngê de hevserokê Meclisa Herêma Dêrikê Abdulrehîm Mihemed axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re ên zarokên ji ber êrîşên Tirkiyê şehîd bûne xwestin soza mezinkirina têkoşînê li dijî tevahî dijminên gelê Kurd da.

Mihemed wiha îşaret pê kir: "Dewleta Tirk bi dîroka xwe ya xwînmij ya li dijî hemû gelên herêmê, pêkanîna komkujiyên li dijî Xiristiyan, gelê Kurd û tevahî gelên aştîxwaz, tê nasîn. Nimûneya vê jî guhartina demografiya Efrînê û bicihkirina çeteyên li navçe û gundên Efrînê ye."

Mihemed wiha pê de çû: "Dewleta Tirk krêtirîn sûc û komkujî li dijî şoreşên kurdî yên daxwaza mafên xwe yên rewa dikirin, pêk anîn. Ji lew re dewleta Tirk ji bilî zimanê çekê tiştekî din nas nake."

Li dawiyê Mihemed bang li tevahî gelên aştîxwaz û aştîxwaz kir ku li dijî faşîsta Tirk çekan hilgirin. Her wiha jî bang li şêniyên Başurê Kurdistanê û rêxistinên ciwanan kir ku têkoşînê der barê bûyerên li Kurdistanê yên bi destê faşîsta Tirkiyê de pêk tên, bilind bikin.

 Meş bi tiliyên dayikan û diruşmên şermezarkirina kiryarên Tirkiyê û bêdengiya li hember bombebaranên Tirkiyê li ser çiyayên Kurdistanê û Biradostê, bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din