Şahî li qada Navenda Şehîd Bawer a Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li bajarê Dêrikê hate lidarxistin.
Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre endamê PYD’ê yê Dêrikê Mutî Elî axaftina xwe bi gotina rêber Abdullah Ocalan dest pê kir: "Heke jiyaneke hebe bila azad be yan jî bila tune be çer ku tê de azadî tune ye."
Mutî Elî da zanîn ku beriya 37’an têkoşer Mahsûm Korkmaz guleya yekemîn li dijî leşkerên dagirkeriya Tirk avêt û wiha domand: "Ew gule li dijî destpot û dagirkerên ku digotin me gelê Kurd tune kiriye û dê nikarin li ber xwe bidin, hat avêtin, guleya ku Mahsûm Korkmaz li dijî dagirkeriya Tirk avêtiye berdewama berxwedana Mezlûm Dogan û hevrêyên wî û berdewama xeta têkoşîna Kawayê Hesinkar e."
Elî anî ziman ku ev berxwedana qehremane ya ku çirûskên wê beriya 37 salan dest pê kiriye hîna berdewam dike û ev tişt got: "Digel xeteriyên heyî û gefên li dijî hebûna gelê Kurd şanseke mezin a serkeftinê heye. Ji lew re pêdiviya gelê Kurd ji her demê bêhtir bi yekitiyê heye, da ku li hember xeteriyan bisekine."
Piştî axaftinê, koma Alanya û koma Şehîd Cûdî gelek stranên şoreşgerî gotin, dûvre koma Şehîdên Qere Çoxê dîlan gerand.
Şêniyan li ber stranan xelekên govendê gerandin.
(fr)
ANHA