Şêniyên Dêrikê sûcên dewleta Tirk a dagirker bi xwepêşandanekê şermezar kirin

Bi dirûşma "Na ji dagirkeriya Tirk re, na ji guhartina demografiyê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re" bi sedan ji şêniyên navçeya Dêrik, herêma Koçerat û Beravê ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xwepêşandanek li dar xist.

Şêniyên navçeya Dêrik, herêmên Koçerat û Berav herikîn Qada Azadî, her wiha wêneyên şehîdan û pankartên "Dagirkeriyê têk bibin û nirxên şoreşê biparêzin, tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin" hildan.

Meşê ji Qada Azadî dest bi xwepêşandanê kir û li tevahî kolanên Dêrikê gerîn, her wiha ber bi Qada Dêra Mardodo ve çûn û li wir vegerî mîtîngê.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, hevserokê Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) a navçeya Dêrikê Mihemed Abdurehman wiha got: "Merheleya ku herêm tê re derbas dibe, ji bo gelên herêmê dîrokî ye ku azadî û parastina destkeftiyên şoreşê bikin."

Abdurehman wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin, her wiha demografî guhart, çete û malbatên wan lê bi cih kirin. Şêniyên wan herêman di hovanetirîn sûcan re derbas dibin, bi taybet sûc li dijî jin û zarokan pêk tên."

Mîtîng bi tilîliyên dayik û dirûşmên silavkirina berxwedanê bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din