Şêniyên Dêrikê sersaxî da malbata şehîd Alerya Yeqûb

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi sedan şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê sersaxî ji malbata şehîd Alerya Yeqûb re xwest.

Şandeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê, saziyên sivîl û şêniyên Dêrikê ber bi dêra Mar Circîs a Keldanan çûn da ku sersaxî ji malbata şehîd Alerya Yeqûb re bixwazin.

Alerya Yeqûb (Eştar) di encama krîzeke dil de dema ku li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Li dêrê, piştî deqeyeke rêzgirtinê cîgira hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Hemrîn Elî sersaxî ji tevahî malbatên şehîdan re û bi taybet şehîd Eştar re xwest.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/01/17/113905_2021-01-17-drk-kone-sersaxiye-s-istar-e280ab283905997429e280ac-e280abe280ac.jpg

Hemrîn got: "Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ku destkeftiyên bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin biparêzin, gelek fedakarî kirin.”

Hemrîn destnîşan kir ku Hêzên Asayîşa Jin ji hemû pêkhateyan tev li hemû eniyên şer bûn da ku bigihêjin vê qonaxa dîrokî.

(dm)

ANHA


Mijarên Din