Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbatên 3 şehîdên azadiyê re xwest

Bi hezaran şêniyên Dêrik û Girkê Legê û navçeyên wê sersaxî ji malbatên şehîd Vejîn, Zinar û Serhildan re xwest.

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrik û navçeyên wê û Girkê Legê, şervanên YPG û YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Navenda Şehîd Bawer a Ciwanên a li Dêrikê kom bûn û sersaxî da malbata şehîd Xedîce Bekir (Vejîn Zagros) ku li çiyayên Kurdistanê şehîd bûbû, malbata Nozad Yehye Xelîfe (Zinar Botan) û malbata şehîd Mihemed Şerîn Akan (Serhildan Cûdî) ku her du şehîd dema ku bi erka xwe ya leşkerî radibûn, şehîd bûn.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê endamê rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şeblî axivî û sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest.

Şeblî wiha got: "Em xwediyên hêz û fikr û felsefeya Abdullah Ocalan in û hêza gelê xwe û xwîna şehîdên ku ji bo parastina welat canê xwe feda kir, gefên dagirkeriya Tirkiyê bandorê li hêz û fikra gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nake. Em xwediyên maf in û me bi hezaran şehîd dan."

Her wiha hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Cizîrê Hesen Ibêd wiha got: "Divê gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşîna xwe li dijî gefên Tirkiyê bilind bikin û erka ser milên xwe pêk bînin."

Paşê bi navê Kongreya Star û Kongreya Îslama Demokratîk û malbatên şehîdan axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin. Axaftvanan soza domandina rêya şehîdan nû kir.

Piştî axaftin bi dawî bûn, Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên şehîdan radestî malbatên wan kirin. Merasîma sersaxiyê bi dirûşman bi dawî bû.

(jo)

ANHA


Mijarên Din