Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê re xwestin

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê li Navenda Ciwanan a Şehîd Bawer li Dêrikê sersaxî ji malbatên 6 şehîdên ku li Serêkaniyê şehîd bûne xwestin.

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê herikîn bin konê sersaxiyê yê şehîdên Serêkaniyê  Serdar Feraşîn bi rastnav Aytac Ozer, Bahûz Serhed bi rastnav Murad Şekêr, Canşêr Torî bi rastnav Hisên Solmaz, Munzir Amed bi rastnav Elî Firat Arzû, Kelhat Serhed bi rastnav Vêdad Yêşilkaya, Aydil Dêrik bi rastnav Mihemed Mihemed û sersaxî ji malbata wan re xwestin.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. piştre gelek axaftin hatin kirin jê ya Kongreya Star, partiyên siyasî yên Dêrikê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên xwe xwestin û êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin. Her wiha bang li pêkhateyan kirin ku bi yekrêzî li hember êrîşan bisekinin.

Axaftvanan soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan dan.

Merasîm di nav tilîliyên dayîkan de û berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana Hêzên Sûriye Demokratîk bi dawî bû.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din