Şêniyên Efrînê bang li civaka navdewletî kir ku ji bêdengiya xwe derkeve

Li nêzî gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa yê ku dagirkeriya Tirk dîwarê parçekirinê li wir ava dike, bi dehan şêniyên Efrînê çalakiya protestoyê lidar xistin. Gelê Efrînê bang li civaka navdewletî kir ku ji bêdengiya xwe derkeve.

Nêzî 15 rojan e ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dest bi kolandina xendek û lêkirina dîwar li derdora gundên naçeya Şêrawa ya kantona Efrînê kiriye. Her wiha bargeh û qereqolên leşkerî jî ava dike.

Şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin û gundên navçeya Şêrawa de dimînin, îro li dijî plana Tirkiyê ya parçekirinê û avakirina dîwar, hevalbendiya Rûsya û helwestnedana rejîma Sûriyê li dijî vê yekê, rabûn çalakî lidar xistin.

Li aliyekî din jî şêniyên Efrînê ji salekê ve 4 name radestî hêzên Rûsya kirine ku dagirkeriya Tirk ji Efrînê derxînin û dev ji çavgirtina kiryarên Tirkiyê berdin. Lê hêzên Rûsya yên ku li bejahiya bakurê Helebê bicih bûne, bersiva xwestekên şêniyan nedan.

Ji lewre vê sibehê bi dehan ji şêniyên Efrîn, Şehba û gundên Şêrawa berê xwe dan gundê Soxanekê yê nêzî gundê Kîmarê bi kîlometrekê ye û çalakî li dijî pilanên dagirkeriya Tirk a avakirina dîwar lidar xistin.

Şênî li hember dîwarê ku dagirkeriya Tirk li derdora gundê Kîmarê digre kom bûn. Heta niha zêdetirî 500 m girtiye û hê jî berdewam dike.  Şêniyan dirûşmeyên “Kujer Erdogan, yek e yek e gelê Sûriyê yek e, na ji dagirkeriya Tirk re, em ê Efrînê rizgar bikin û şehîd namirin” beriz dikirin. Her wiha çiqilên zeytûnê jî weke sembola Efrînê hilgirti bûn.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Dûvre diruşmên derketina dagirkeriya Tirk hatin berzdan. Piştre Koma Engîzek stranên li ser berxwedaniya Efrînê gotin.

Her wiha bi navê Meclîsa kantona Efrînê endamê Meclîsê Mihemed Ebdo, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Sureya Hebeş, bi navê Meclîsa Şêrawa Wîdad Dawûd, bi navê Meclîsa Ehrezê Fîdan Ebdo û bi navê Meclîsa Şehbayê Ednan Hemo axaftin hatin kirin.

Axafitvanan bal kişand ser girîngiya berxwedaniya şêniyên gundên Şêrawa û kantona Şehbayê ya ku tekeziya israr û vîna gelê Efrînê ya vegerê û rizgarkirinê ji dagirkeriyê nîşan dide.

Axafitvanan tekez kirin ku bêdengiya navdewletî û lawazbûna helwesta rejîma Sûriyê der barê plana Tirkiyê ya avakirina dîwar li derdora Efrînê, dihêle gel zêdetir di berxwedana xwe de bi israr bike û li hember dagirkeriya Tirk bisekine.

Çalakî bi diruşmeyên derketina dagirkeriya Tirk ji Efrînê berdewam dike.

Çalakî wê heta saet 16:00’an dewam bike.

(fr)

ANHA


Mijarên Din