​​​​​​​Şêniyên Efrînê bang li hikumeta başûrê Kurdistanê kirin

Şêniyên kantona Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin bang li hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê kirin ku helwesteke niştîmanî li hemberî sûcên dewleta Tirk nîşan bide.

Şêniyan Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin, diyar kirin ku bêdengiya hikumeta herêma başûrê Kurdistanê tê wateya ku ew ji êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser başûrê Kurdistanê razî ye.

Jina bi navê Huriye Mistefa behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker kir û got: “Ev êriş li dijî hemû pêvanên mirovahiyê ne. Hedefgirtina herêmên Kurdistanê tê wateya hedefgirtina gelên ku banga mafên xwe yên xwezayî dikin. Ji ber ku dewleta Tirk li ku derê projeyek demokratîk bibîne, bi hemû hêza xwe êrişê dike.”

Huriye diyar kir ku gelan armanca siyasetên dewleta Tirk fêm kirine û wiha axivî: “Gelê Kurd û tevahiya gelên Kurdistanê ne di xew de ne. Armanca siyasetên dijmin ji topbaran, şerê taybet û gelek rêbazên din ên kirêt, fêm kirine. Lê dewletên cîhanê li hember van siyasetan bê deng in.”

Huriye bang li ciwanan kir ku di vê pêvajoyê de rola xwe bilîzin û Kurdistanê biparêzin.

Girêdayî heman mijarê şêniyê bi navê Ferîd Oso bang li partî û hêzên Kurd kir ku bibin yek da ku ji zulma dewletên dijber xilas bibin.

Oso wiha pê de çû: “Em hêvî dikin ku yekitiya Kurd pêk were bi taybet di vê pêvajoyê de. Dewleta Tirk hewl dide Kurdan li tevahiya axa Kurdistanê têk bibe. Heger em nebûn yek, em ê di bin zulm û zordestiya pergalên dagirker de bimînin. Bêdengiya hikumeta başûrê Kurdistanê ya li hember êrişên dewleta Tirk, berjewendiya dijmin pêk tîne. Di vê dawiyê de hovîtiya êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Kurdistanê zêde bû. Dewleta Tirk hewl dide fîtneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derbixe. Ji ber ku projeya netewa demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ser ket, dewleta Tirk berê xwe da başûrê Kurdistanê da ku armancên xwe yên dagirkirinê pêk bîne. Lê em dibînin ku hikumeta herêma başûrê Kurdistanê bê deng e. Ev jî diyar dike ku ew ji wan êrişan razî ye.”

Dewleta Tirk ji 17`ê Hezîranê ve êrişî herêma Hefanînê ya li başûrê Kurdistanê dike. Ji wê demê ve êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê berdewam in.

Heta niha hikumeta herêma başûrê Kurdistanê girêdayî êrişên dewleta Tirk li dijî başûrê Kurdistanê tu daxuyanî yan jî helwest nîşan neda.

Her wiha hikumeta Iraqê jî tenê daxuyaniyên çapemenî dan beyî ku li ser erdê helwesteke cidî nîşan bide ji bo ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî serdestiya Iraqê rawestîne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din