Şêniyên Efrînê: Berxwedan tekane rêya vegerê ye

Ev du sal e şêniyên kantona Efrînê Berxwedana Serdemê di qonaxa duyemîn de didomînin. Şênî li hemberî koçberî û mercên jiyanê yên dijwar tê dikoşin û dibêjin berxwedan rêya tekane ya vegera li Efrînê ye.

Êrişên hovane yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser kantona Efrînê ku di 20‘ê Çileya 2018‘an de destpê kir, ji bîra şêniyan naçin. Berxwedana Efrînê ya bi şênî û şervanan bala cîhanê kişand ser xwe û girêdana şêniyan a bi xaka xwe ve îsbat kir.

Şêniyên kantona Efrînê komploya navdewletî û bêdengiya cîhanê ya li hemberî komkujiyê ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî wan pêk anîne, ji bîr nakin. Ji ber vê yekê berxwedana xwe ya di qonaxa duyemîn a ‘Berxwedana Serdemê’ de li kantona Şehbayê didomînin.

ARMANC TÊKBIRINA PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK E

Şêniyên Efrînê nas kirin ku cîhan û Tirkiyê bi êrişên xwe yên li ser Efrînê ve destkeftiyên wan û projeya neteweya demokratîk hedef digire. Her wiha armanc dikin ku destkeftiyên gelên Rojava bi taybet hebûna gele Kurd têk bibin û ji bo dagirkeriya xwe mayînde bikin li herêmê guhertina demografîk pêk tînin. Ev yek eşkere di kiryarên wan ên talankirina deverên dîrokî û bicihkirina kesên biyanî li şûna niştecihên resen de diyar dibe.

18‘ê Adarê Berxwedana Serdemê ya Efrînê ket sala xwe ya duyemîn. Lê ruxmî hemû pêkanînên dagirkeriyê jî xelkên vê axê li ser xaka man û serî ji dagirkeran re netewand. Şênî bi baweriya berxwedanê di qonaxa duyemîn a tekoşîna rizgariya Efrînê de berdewam dikin.

KAMP Û XWEBIRÊXISTINKIRIN

Bi destek û însiyatîfa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û beşdarbûna hemû şêniyan, şêniyên li kantona Şehbayê xwe bi rêxistin kir. Piştî derbasbûna du salan li ser berxwedan û têkoşînê, teqez dikin ku berxwedana wan a li Şehbayê rêya tekane ya rizgarkirina Efrînê ye.

Di demekê de ku li dijî kantona Şehbayê êrişên hovane hatin kirin û binesazî hilweşiya, avakirina kampan wek pêwîstiyekê xwe da der. Di 28‘ê Adara 2018‘an Kampa Berxwedan li navçeya Fafînê, di 20‘ê Nîsana heman salê de Kampa Serdem hatin avakirin.

Bi dagirkirina Efrînê û domandina binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêla koçberiyê ya ji Efrînê zêde bû. Li ser vê yekê Rêveberiya Xweser di Cotmeha 2018‘an de kampeke din bi navê ‘Veger’ li gundê Ziyaret ê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê vekir. Di kampê de 140 kon hene ku têra 800 kesî dike.

Hêjaye bibîrxistinê ye ku kampeke berê bi navê Şehbayê di sala 2016‘an ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hate avakirin. Ev kamp ji bo koçberên ji deverên cuda yên Sûriyê hatine, hatiye avakirin. Di kampê de 110 kon hatine bicihkirin ku têra 450 kesî dikin. Wan jî hebûna dewleta Tirk red kir û di dema dagirkirina Efrînê de tevî konên xwe koçber bûn.

Hîn jî bi hezaran malbatên Efrînê li gund û navçeyên kantona Şehbayê di malên kavilkirî de dijîn.

Cudahiya kampên şêniyên Efrînê ji kampên din ên koçberên ji herêmên Sûriyê, ew e ku ku kampên şêniyên Efrînê bi birêxistinbûyîna xwe tên naskirin. Şêniyan di nava kampê de xwe di nav komîn, sazî û meclisên girêdayî mijarên xizmetguzarî, hunerî, çandî û perwerde de bi rêxistin kir.

‘BERXWEDANA ŞÊNIYÊN EFRÎNÊ MÎNAK E’

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Ebdo ji ANHA‘yê re qala rewşa koçberên li kampan kir got: "Koçberiya mezin a bi darê zorê ya şêniyên Efrînê ber bi kantona Şehbayê tê wateya ku şênî jiyana di bin hikûmê çete û artêşa Tirk a dagirker de red dikin. Rêveberiya Xweser di dema guncaw de bi hemû hêza xwe kamp ava kirin."

Mihemed Ebdo bi bîr xist ku berxwedana şêniyan a di mercên zehemt de ku di jiyana xwe de fêr nebûbûn, berxwedaneke lehengî ye ku mîna wê tune ye.

‘EM JI JIYANA DI NAVA KAMPAN DE HEZ NAKIN LÊ JI BO EFRÎNÊ EM Ê TEHEMUL BIKIN’

Şêniya bi navê Leyla Mihemed Reşo a ji navçeya Şiya ku şahida berxwedana Efrînê di qonaxa yekem de kir, diyar kir ku beriya êrişan ew li kantona Efrînê bi aramî dijiyan û got: "Ev yek li rihetiya dewleta Tirk nehat, ji ber wê êrişî me kir û bê tu mafî Efrîn dagir kir bi top û moşekan sivîl qetil kirin. Em ji jiyana di vê kampê de hez nakin lê ji bo rizgarkirina Efrînê em ê hemû zehmetiya tehemul bikin."

‘EM Ê LI BER XWE BIDIN Û QEBÛL NAKIN DEST JI EFRÎNÊ BERDIN‘

Ji aliyê xwe ve şêniya bi navê Dilîvan Îbiş a ji navçeya Mabatayê got: "Li vir tevî hemû mercên zehmet em li ber xwe didin. Em her tiştî tehemûl dikin û qebûl nakin dest ji Efrînê berdin. Ji bo welatê xwe berdêl çi be em ê bidin. Em ji Efrînê derketin, lê em hebûna dagirkeriya Tirk li ser xaka xwe qebûl nakin. Ji bo vê jî em ê li vir li ber xwe bidin."

Dilîvan di nava axaftina xwe de destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker piştî ku niştêcihên resen ji herêmê derxistin sûcên xwe bi dawî nekirin û wiha pê de çû: "Komkujiyên xwe yên li dijî şêniyên Efrînê li ser erdê Şehbayê berdewam kirin. Ji komkujiya hovane ya li navçeya Til Rifetê heta ya Aqîbê û gelek sûcên din kirin. Rojane herêmê topbaran dikin da ku vîna gel bişkînin."

‘EFRÎN XAKA PÎR Û KALÊN ME ME YE, DÊ JI ME Û ZAROKÊN ME RE BIMÎNE‘

Şêniyê bi temen Şikrî Hebeş Betal jî got: "Efrînê erdê bav û kalikên me ye û dê ji me û zarokên me yên leheng re bimîne. Em dixwazin vegerin Efrînê em naxwazin li vir di nava kavilan de bijîn. Efrîn cuda ye bêhna kalikên me jê tê. Jiyana dûrî Efrînê nabe û tû mafê dagirkeriya Tirk nîne ku li Efrînê bimîne."

Şêniyê bi navê Welîd Canyar sedema hebûna xwe ya li kantona Şehbayê bi van gotinan anî ziman: "Em li vir li ber xwe didin û têdikoşin, bi vîn û hêza xwe em ê terorîstan di xaka xwe de tune bikin, em ê bi serbilindî li xaka xwe vegerin.”

Jiyana li kantona Şehbayê ne hêsan e, lê Efrînî vegera li Efrînê armanc dikin. Mayîna wan a li Şehbayê berxwedana ji bo rizgarkirina Efrînê ye. Heta vê kêliyê berxwedana Efrînê bi pêşengiya Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî dagirkeran berdewame. Şênî bi dirûşmeyên berxwedanê û tilîliyên dayikan şehîdên xwe dispêrin axê.

Li hemberî vê berxwedanê artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê hewl didin vîna şêniyan bişikînin û wan ji berxwedanê dûr bixin. Lewra rojane gundên navçeyên Şêrawa û Şehbayê ku şêniyên Efrînê lê dimînin topbaran dikin, li aliyekî din jî şerê ragihandin û propogendayan de dimeşîne lê ev li hemberî berxwedana şêniyên Efrînê têk diçe.

ANHA


Mijarên Din