​​​​​​​Şêniyên Efrînê: Berxwedana me heta rizgarkirina Efrînê berdewam e

Şêniyên Efrînê yên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê koçberî kantona Şehba û gundên navçeya Şêrawayê bûne, dagirkirina Efrînê şermezar kirin  û gotin ew ê heta rizgarkirinê Efrînê berxwedana xwe bidomînin.

Di salvegera duyemîn a êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser kantona Efrînê de li gundên Ziyaretê yê navçeya Şêrawayê meşek girseyî hate lidarxistin.

Kesên beşdarî meşê bibûn nêrînên xwe ji ANHA‘yê pareve kirin.

Şêniyê bi navê Mihemed Kenco 20‘ê Çileyê bi roja reş bi nav kir û êrişên dagirkeriyê Tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û got, dagirkeriya Tirk çekên herî pêşketî û yên qedexekirî bi kar anîn.

Kenco diyar kir ku berxwedana şêniyên Efrînê li kantona Şehba û gundên navçeya Şêrawa heta rizgarkirina Efrîn ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê berdewam e.

Jina bi navê Emîna Dengelî anî ziman "Em îro ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên a li ser xaka xwe derketin xwepşandanê."

Emîna bêdengiya navdewletî û rêxistinên mafên mirovan ji binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên li dijî şêniyên Efrînê yên li Şehba û gundên navçeya Şêrawayê şermezar kir û got: "Îradeya me ji çekên we yên bi dehan komkujî li dijî şêniyên Efrînê pêk anîne, bi hêztir e."

Ebdo Berekat ê ji navçeya Şêrawayê got: "Em xelkê Efrînê vîna me xurt e, hêviya me rizgarkirina Efrîn ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ye."

Berekat got: "Em Efrîn di destê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê nahêlin, tu kes nikara me ji vegerê qedexe bike, berxwedana me li navçeya Şêrawayê heta dilopa dawî ya di xwîna me de berdewam e."

Berekat di dawiya axaftina xwe de got, "Em li ser soza xwe ne, em doz didin şehîdan ku em ê berxwedanê bidomînin heta dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji Efrînê derxînin."

ANHA


Mijarên Din