Şêniyên Efrînê cejnê di nava koçberiyê de pêşwazî dikin

Şêniyên Efrînê destnîşan kir ku îsal cejna Remezanê ji dema ku li Efrînê bûn, cuda ye. Her wiha diyar kir ku ev cejn dê bi xwe re hestên bêrîkirina welat û berxwedanê ji bo rizgarkirina Efrînê bîne.

Şêniyên Efrînê ku 18`ê Adara 2018`an ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçarî koçberiyê bûn û xwe li kantona Şehbayê bi cih kirine, der barê cejna Remezanê de ji ajansa me ANHA`yê re axivîn.

Welatiya bi navê Sureya Îbrahîm got wan li Efrînê serdana gorên şehîdan dikir lê niha nikarin û wiha got: "Dema ku em li Efrînê di roja yekemîn a cejnê de me serdana gorên şehîdên xwe dikir. Niha ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser kantonê û ji ber kantona me hatiye dagirkirin, em nikarin rê û resmên xwe yên cejnê pêk bînin û serdana gorên şehîdan bikin."

Sureya tekez kir ku ew ê ji bo rizgarkirina Efrînê têkoşîna xwe dewam dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wek şêniyên Efrînê û bi taybet jin ji bo rizgarkirina Efrînê heta dawiyê em ê berxwedana xwe dewam bikin. Em ê li warê xwe vegerin û ji nû ve her tiştî ava bikin."

Welatiyê bi navê Behcet Mihmed der barê hewaya cejnê li Efrînê wiha anî ziman: "Li Efrînê me cejna hev pîroz dikir. Lê îro em koçber in û di nava rûxandinê de dijîn. Cej tune ye. Tu sedemên ku em rê û resmên xwe yên cejnê pêk bînin, tune ne. Di demên berê de me serdana gorên şehîdan dikir. Lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî ku Efrînê dagir kir, hemû gorên şehîdan rûxandin. Tu gor ji binpêkirinên wan nefilitîn, hemû hatin rûxandin."

Behcet Mihemed îşaret bi rewşa zarokan di nava koçberiyê de kir û wiha axivî: "Di demên berê de zarokan bi kêfxweşî cejn pîroz dikir. Lê niha her tişt berovajî bûye. Bila hemû dewletên cîhanê şahidê kiryar û binpêkirinên çeteyan bin. Ji ber wê divê her kes bi erka xwe ya têkoşînê ji bo rizgarkirina Efrînê, pêk bîne. Di bin her darekê li Efrînê şehîdek heye û di nava her kevirekî de şehîdek heye. Em ê çawa dev ji welatê xwe berdin."

Salih Reşîd jî behsa hewayê cejna li Efrîn û hewaya cejna li Şehbayê kir û wiha got: "Di meha Remezanê de ji ber koçberiyê me gelek zehmetî dîtin. Koçberî pir zor û zehmet e. Îro em pir xemgîn in. Rewşa me derfet nade ku em cejnê pîroz bikin wekî ku me çawa li Efrînê pîroz dikir."

Di dawiyê de Reşîd destnîşan kir ku ev cejna 3`yemîn e ku dûrî Efrînê ne û got hemû mal û milkên wan her wiha dîroka wan ji aliyê çeteyan ve tê rûxandin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din