Şêniyên Efrînê: Çi gunehê zarokên ku dibin hedefa çekên qedexekirî heye?

Şêniyên Efrînê yên koçî kantona Şehbayê bûne, pirsa gunehê zarokên ku dibin hedefa artêşa Tirk a dagirker kir?

Bi berdewama êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bertekên gel û civakê li dijî dagirkeriya Tirkiyê dewam dikin. Di vî warî de ajansa ANHA’yê nêrînên şêniyên Efrînê yên di kampa Vegerê de ya li gundê Ziyaretê ya li navçeya Şêrawa wergirtin.

Şêniyê bi navê Abdulrehman Îbrahîm destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker berfirehkirina li herêmê ye, da ku bigihêje Iraqê. Her wiha Îbrahîm êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kir.

Abdulrehman ji hemû aliyên peywendîdar û navneteweyî daxwaz kir ku destwerdanê bikin û êrişên Tirkiyê yên li dijî xaka Sûriyê rawestînin.

Şêniya bi navê Fatima Osman jî pirsî û wiha got: "Zarokan çi guneh kiriye, ma wan çek hildan û êrişî xaka Tirkiyê kir ku dewleta Tirk bi çekên giran û qedexekirî li pêşiya cîhanê wan bombebaran dike."

Li aliyekî dîtir jî şêniyê bi navê Ehmed Mihemed jî wiha anî ziman: "Em wek şêniyên Efrînê dagirkirina xaka xwe qebûl nakin û dê heta dawiyê parastina wê bikin. Divê Kurd li pêşiya êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê serî hildin."

Şêniya bi navê Zerîfa Ebdo jî axivî û got hemû dizanin ku Erdogan piştgiriya terorê dike û ew kujerê zarokên  Efrîn, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Her wiha destnîşan kir ku berxwedana şêniyan a li kampan, israrkirina vegera Efrînê ye.

(jo)

ANHA


Mijarên Din