Şêniyên Efrînê: Dagirkeriya Tirkiyê malên me kirine navendên leşkerî

Gelek şêniyên Efrînê destnîşan kirin ku dagirkeriya Tirkiyê malên wan kirine navendên leşkerî û tekez kirin ku dagirkeriya Tirkiyê mal û milkên talan kirine.

Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ji destpêka dagirkirina Efrînê ve malên şêniyan kirine navendên leşkeri, mal û milkên şêniyan talan kirin.

Şêniyên Efrînê ku niha li kantona Şehbayê ne, piştî ku bizorê ji ber dijminatiyê Tirkiyê derktin, niha li kamp û malên nîv hilweşiyayî de dijîn. Şêniyan ji ajansa me re behsa dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ku malên wan kirine navendên leşkerî, kirin.

Ev gav, yek ji gavên guhertina demografîk e. Çete malbatên ji gundewarên Şam, Humis, Dera û parêzgeha Idlibê tîne û li Efrînê bicih dike.

Şêniyê bi navê Xelîl Mistefa ji şêniyê gundê Xawenda yê girêdayî navçeya Raco ye. Mistefa got: “Dagirkeriya Tirkiyê ew kirin hedefa xwe û neçar man berê xwe bidin kantona Şehbayê. Niha em di rewşeke zehmet de dijîn."

Mistefa diyar kir ku dagirkeran dest danî ser mal û xaka wan û wiha pê de çû: “Dagirkeran hemû tiştên di malên me de, hemû malên ku xwediyên wan koçber bûn, firotin û mal kirin navendên leşkerî û zindan.”

Mistefa got: “Ew û malbata xwe niha li kampa Serdem a kantona Şehbayê dijîn. Em rastî zehmetiyan tên. Vîna me ya bihêz dê Efrînê rizgar bike û em ê vegerin malên xwe."

Her wiha şêniya bi navê Leyla Ehmed ji şêniya gundê Hiyama ya navçeya Bilbilê wiha axivî: “Çeteyên dagirkeriya Tirkiyê piştî ku hemû tiştên di mal de firotin, mala min şewitandin. Niha jî mal ji kesek din re restore kirin û ew bi kêfa xwe di mala min de dijî. Em jî dûrî mala xwe di zehmediyan de dijîn.”

Her wiha şêniya bi navê Zeyneb Şêxo ji şêniya navçeya Bilbilê ku berê di çandiniya daran de dixebitî wiha got: "Piştî gelek kar û xebatan, me bi keda destê xwe mal ji xwe re kirî. Piştî ku dagirkeriya Tirkiyê Efrîn dagir kir, mala min dan şêniyên Xûta. Vê malê dest danî ser mal û milkên min bêyî ku tu hesab bê xwestin. Niha ez li kampê dûrî mala xwe ku min bi keda xwe kirî, rewşeke zehmet de dijîm."

Zeyneb Şêxo di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku li mala xwe vegere, dagirker û çeteyên wî ji Efrînê derkevin.

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din