Şêniyên Efrînê derbarê dûbarekirina sînaryoya Efrînê hişyarî dan

Şêniyên Efrînê derbarê dûbarekirina sînaryoya Efrînê li Başûrê Kurdistanê hişyarî dan û bang li gelê Kurd kirin ku li hember siyasetên dagirkeriya Tirkiyê yekîtiya xwe ava bikin.

Piştî ku dewleta Tirk Efrîn dagir kir, gefên dagirkirinê li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Artêşa Tirk a dagirker ji beriya çend heftiyan herêmên Başûrê Kurdistanê topbaran û bombebaran dike.

Şêniyên Efrînê yên ku ji ber dagirkeriya Tirkiyê gelek zehmetî dîtin, bûn şahîdên kiryar û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, hişyarî dan ku sînaryoya Efrînê li Başûrê Kurdistanê dûbare bibe. Her wiha bang li aliyên Kurdî kirin ku li hember xeteriyên li dijî wan yekîtiya xwe ava bikin.

Welîd Şêxo ji şêniyên navçeya Şiyê ye. Şêxo, binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyên Efrînê, anî bala xwe.

Şêxo derbarê dûbarekirina sînaryoya Efrînê li Başûrê Kurdistanê hişyarî da û wiha got: “Divê gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bibe yek û li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên me bisekine."

Welatiya bi navê Zaxocan Hisên jî destnîşan kir ku Tirkiye hewl dide kiryarên li dijî şêniyên Bakur Sûriyê li Başûrê Kurdistanê jî dûbare bike û axivî: “Ji ber ew dewleteke dagirker e û dixwaze xaka xwe bi rêya dagirkirinê fireh bike."

Zaxocan di berdewama axaftina xwe de wiha got:"Diyare ku Tirkiye dagirkeriya xwe tenê bi Efrînê ve sînordar nahêle. Dixwaze her sê parçeyên din ên Kurdistanê dagir bike."

Zaxocan Hesen bang li gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê kir ku li dijî dagirkeriya Tirkiyê yekîtiya xwe ava bikin û bibin yek.

Welatiyê bi navê Ebdo Enwer jî êrîşên dewleta Tirk ên hovane li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û tekez kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide gelê Sûriyê koçber bike û xaka wê dagir bike.

Ebdo Enwer di dawiyê de tekez kir ku yekîtiya gelê Kurd bese ku hemû êrîşên li djiî xaka Kurdistanê werin têk birin.

(bx/bm)

ANHA


Mijarên Din