Şêniyên Efrînê: Divê çeteyên DAIŞ`ê li herêmên ku sûc kirine werin cezakirin

Şêniyên kantona Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin gotin gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo têkbirina DAIŞ’ê gelek şehîd dane û wiha gotin: “Ji ber wê divê çeteyên DAIŞ`ê yên ku li gel QSD`ê girtîne, di dadgehek navdewletî ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin darizandin.”

Piştî têkçûna DAIŞ’ê QSD’ê ragihand ku bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî li cem QSD’ê girtî ne., Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî ku gelek dewlet wergirtina hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î red kirin, bang li civaka navdewletî kir ku dadgehek navdewletî li herêmê ava bike, heta ku dosyaya çeteyên DAIŞ`ê bi dawî bibe.

Girêdayî mijarê şêniyên kantona Efrînê yên ku li kampa Serdemê ya kantona Şehbayê li ber xwe didin ji ajansa me re axivîn.

Şêniya bi navê Eyşe Qebelen wiha got: "Em bang li civaka navdewletî dikin ku avakirina dadgehek navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê erê bike. Ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê gelek komkujî li ser gelên herêmê pêk anîn. Ji ber wê divê civaka navdewletî darizandina çeteyan li herêmê erê bike."

Şêniyê bi navê Nîhad Mihemed got: "Binpêkirinên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser gelê Sûriyê gihiştin asta qirkirinê. Şênî hîna ji encamên wan binpêkirinan zehmetiyan dikşînin bi taybet malbatên şehîdan, kesên ku hatine revandin û hîna çaranûsa wan ne diyar e. Divê civaka navdewletî piştgiriya daxwaza Rêveberiya Xweser bike û tev li bibe. Ji ber ku ew daxwaza gelên herêmê ye. Gelên herêmê dixwazin çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojghilatê Sûriyê werin darizandin û cezayên xwe yên adil bigirin."

Şêniya bi navê Şêrîn Xilo destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê ev zêdetirî 5 salan e, binpêkirinên dermirovî û neexlaqî li ser sivîlên bêguneh pêk dianîn û wiha got: “Bi saya serkeftinên QSD`ê, DAIŞ`ê têk çû û serdema DAIŞ`ê ya tarî bi dawî bû. Gelên Bakur û Rojhilatyê Sûriyê ji bo rizgarkirina herêmê ji DAIŞ`ê gelek şehîd dan. Ji ber wê divê civaka navdewletî bi qencî bersîva daxwaza gelên herêmê bide û çeteyên DAIŞ`ê di nav dadgehên navdewletî de li herêmê ceza bike. Ji bo ku aştî û ewlehî vegere Sûriyê û cîhanê."

(şx)

ANHA


Mijarên Din