Şêniyên Efrînê: Divê rejîma Sûriyê helwestê nîşanî gefên Tirkiyê bide

Şêniyên kantona Efrînê planên hêzên navdewletî yên ku parçebûna xaka Sûriyê dikin hedef, red kirin û got “Em bang li rejîma Sûriyê dikin ku helwestê nîşanî binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê bide.”

Dewleta Tirk a dagirker careke din gefan li herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dimînin, nerazîbûn nîşanî gefên dagirkeriyê dan û ji rejîma Sûriyê xwest ku helwestê nîşanî binpêkirin û gefên Tirkiyê bide.

Jina bi navê Şadiya Necar gefên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên ewle şermezar kirin û got: "Şehba spartgeha malbatên Efrînê yên ku ji ber êrîş û komkujiyên dagirkeriya Tirkiyê neçar bûne lê bi cih bibin. Rejîma Sûriyê li ku derê ye? Çima çavê xwe ji parçebûn û dagirkirina Sûriyê re girtiye?"

Şêniyê bi navê Zekeriya Mustefa diyar kir ku gelê berxwedêr li Şehbayê, dagirkirina Tirkiyê û gefên wê yên li ser herêmên Şehbayê yên ewle qebûl nake û ev tişt anî ziman: "Em bêdengiya rejîma Sûriyê û raya giştî ya cîhanê ji vê yekê re şermezar dikin. Em bang li wan dikin ku helwesteke cidî nîşan bidin."

Şêniyê bi navê Mihemed Şêxo jî wiha got: "Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê em neçar kirin ku ji malên xwe derkevin. Gefên Tirkiyê û lihevkirinên ku li ser hesabê xaka Sûriyê têne kirin, nayên qebûlkirin."

Şêx bang li rejîma Sûriyê kir ku xaka Sûriyê biparêze û bersiveke cidî bide gefên Tirkiyê û planên komplogeran.”

(bb)

ANHA


Mijarên Din