Şêniyên Efrînê: Dîwarê parçekirinê israra me naşikîne

Şêniyên Efrînê yên di malên xirabe û kampên kantona Şehbayê de bi cih bûn, destnîşan kir ku lêkirina dîwarê parçekirinê ji hêla dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê ve li dora Efrînê, vîna wan a ji bo rizgarkirina Efrînê naşikîne. Şêniyan bang li rejîma Sûriyê û tevahiya aliyên têkildar kir ku li hember wan kirinan bi lez tev bigerin.

Piştî ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê nekarî vîna şêniyên Efrînê yên ku di nav kampan de û malên hema bêje wêran bûne de dimînin bişikînin, vê carê dest bi lêkirina dîwarê parçekirinê di navbera her du kantonên Şehba û Efrînê de kir, di hewldanekê de ji bo bilezkirina guhertina demografiya gund û navçeyên kantonê.

Dagirkeriya Tirk di destpêka meha Nîsanê de ji gundên Miryemîn, Cilbir û Kîmarê yên navçeya Şêrawayê dest bi lêkirina dîwarê parçekirinê kir. Bilindahiya dîwar 3 metre û firehiya wê 4 metre ye. Dirêjahiya dîwarê parçekirinê ya ku hatiye avakirin, 3 hezar û 500 metreyan derbas kiriye.

Dagirkeriya Tirk ji lêkirina dîwarê parçekirinê armanc dike ku vîna şêniyên Efrînê bişikîne û xewna Împeretoriya Osmanî ji bo vegerandina tevahiya herêmên ku berê dagir kirine, armanc dike.

Binpêkirinên Tirkiyê li gel bêdengiya rejîma Sûriyê û Rûsyayê pêk tên. Rûsya ji destpêka aloziya Sûriyê ve îdia dike ku armanca wê ya yekemîn yekitiya xaka Sûriyê ye.

Şêniyên Efrînê yên ku di nav kamp, dibistan û malên kantona Şehbayê de dimînin, bi rêya ajansa me nerazîbûnên xwe li hember binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê û lêkirina dîwarê parçekirinê li dora wê anî ziman.

Ciwanê bi navê Ehmed Hesen got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrîşên xwe de li ser kantona Efrînê di 20`ê Çileya 2018`an de çekên pêşketî û rêbazên kirêt li hember berxwedana şêniyan bi kar anîn. Lê rejîma Sûriyê û Rûsyayê li hember binpêkirinên Tirkiyê yên ku parçekirina Sûriyê armanc dikin, bê deng man."

Hesen helwestarejîma Sûriyê ya neyînî li hember binpêkirinên Tirkiyê li Efrînê û paşguhkirina rewşa Efrînê şermezar kir. Hesen bang li rejîmê kir ku helwesteke cidî li hember binpêkirinên dagirkeriya Tirk nîşan bide.

Ciwanê bi navê Mihemed Hec Reşîd tekez kir ku ne ji mafê Tirkiyê ye ne jî çeteyên girêdayî wê dîwarê parçekirinê li dora Efrînê ava bike, ji ber ku ew ne xaka wê ye. Hec Reşîd bang li civaka navdewletî û dewletên têkildar di serî de rejîma Sûriyê kir ku helwestên cidî li hember wan kiryaran nîşan bidin û bi lez dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê derxin.

Ji aliyê xwe ve jina bi navê Hacer Silêman a ji şêniyên Efrînê û niha di nav Kampa Berxwedan de ya navçeya Fafînê dimîne, bal kişand ser ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi lêkirina dîwarê parçekirinê li dora Efrînê di radeya yekemîn de şikandina vîna şêniyên Efrînê, dagirkirina Efrînê û guhertina demografiya wê armanc dikin.

Di dawiyê de Hacer destnîşan kir ku berxwedana wan bi vîneke xurt di nav kamp û malên wêrankirî de berdewam e û got: "Em ê bê westan berxwedana xwe berdewam bikin. Berxwedana ku dîrok bi tîpên zêrîn xêz kiriye dê bi serkeftinê tacîdar be."

(şx)

ANHA


Mijarên Din