Şêniyên Efrînê: Em dev ji xaka xwe bernadin

Şêniyên Efrînê yên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçarî koçberiyê bûne komkujiya gundê Eqîbê ku di encama wê de 3 kes ji malbatekê şehîd bûne û 3 jî birîndar bûne, şermezar kir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji  herêmên dagikirî gundê Eqîbê yê girêdayî navçeya Şêrawa topbaran kir. Di encama wê de welatiyê bi nave Hesen Hac Izet ê ji şêniyên gundê Birmîca, hevjîna wî Fatma Elî ya ji şêniyên gundê Badîno û keça wan Sêrocid Hesen Mihemed şehîd bûn.

Her wiha welatiyê bi navê Ismet Hemo, welatiya bi nave Mûfîda Remzî Hesen ên ji gundê Gurzêlê yê kantona Efrînê ne, birîndar bûn.

Di encama topbaranê de ziyanên madî gihîştin mal û milkên sivîlan.

Der barê komkujiya ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve pêk hat welatiyê bi navê Îsa Mustefa di destpêka axaftina xwe de ev tişt anî ziman:"Di saetên derengiya şevê de artêşa Tirk a dagirker gundê Eqîbê bêserûber topbaran kir. Di encama wê de komkujî li dijî şêniyên Efrînê yên neçarî koçberiyê bûne, pêk hat."

Îsa Mustefa di berdewama gotina xwe de wiha pêde çû:"Piştî mala Hesen Hac Izet hat topbarankirin me di nava bermahiyan de dest bi derxistina cenazeyan kir lê dagirkeran careke din dest bi topbaranê kir da ku komkujiyên din pêk bîne."

Mustefa destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku navçeya Şêrawa vala bikin da ku wê jî mîna Efrînê dagir bikin û wiha dewam kir:"Em dev ji gundê xwe bernadin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî di gundê xwe de bimînin."

Her wiha welatiyê bi navê Hesen Mustefa jî kiriyarên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got: "Ev kiriyarên derexlaqî ne û dermirovî ne û rêxistinên navdewletî berpirsên pêkanîna komkujiyan li djiî koçberên Efrînê yên li navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê ne."

Tê zanîn ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 2`ê Kanûna 2019`an li dijî şêniyên Efrînê yên neçarî koçberiyê bûne û li navçeya Til Rifat bi cih bûne pêk anî komkujiyek pêk anîn û di encama wê de 10 sivîl di nav de 8 zarok şehîd bûn.

(bx)

ANHA


Mijarên Din