Şêniyên Efrînê: Em ji biryara xwe venagerin

Efrîniyên li kantona Şehbayê diyar kir ku berxwedana wan a li hemberî plan û komployên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê berdewam e û got "Em heta rizgarkirina Efrînê ji biryara xwe ya berxwedanê venagerin.”

Şêniyên Efrînê berxwedana xwe di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de li kantona Şehbayê didomînin. Efrînî ji ajansa me re axivîn û wiha got: “Berxwedana me dê berdewam bike. Heta ku dagirker ji Efrînê werin qewitandin.”

Şêniyê bi navê Behrî Îsmaîl bi bîr xist ku dagirkeriya Tirkiyê bi armanca qirkirinê êrîşên hovane anîn  ser Efrînê û wiha got: “Lê gelê Efrînê 58 rojan li ber xwe da. Berxwedana Serdemê di her du qonaxên xwe de îsbat kir ku tu tişt nikare li hember berxwedana wan bisekine."

Behrî Îsmaîl diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê her çendî li dijî gelê Efrînê siyasetên qirkirinê pêk bînin dê negihîje armancên xwe û wiha domand: "Em gelê Efrînê, me xwe bi rêxistin kiriye, prensîbên neteweya demokratîk esasê xebata me ne. Ji ber vê yekê em naşikên û dagirkeriya Tirkiyê û şerê psîkolojîk bandorê li me nake."

Şêniya bi navê Sîham Xelîl jî anî ziman ku ew li kantona Şehbayê qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê didomînin û got: "Bila Erdogan baş bizane  gelê me ji berxwedanê hatiye afirandin, dîroka me bi berxwedanê tijî ye. Em bi serbilindî li hemberî pergala we ya dîktator disekinin, bi berxwedana xwe em ê Efrînê rizgar bikin."

Jina bi navê Eyşe Hisên jî got: “Jinên Efrînê li Şehbayê li ber xwe didin. Xaka Efrînê ya xwediyên wê ye, xaka xelkên ku ji destpêka şer û aloziyê ve ew parastine. Şert û merc çawa bin û çi bin berxwedana me nasekine."

Jina bi navê Emîna Seydo jî wiha axivî: “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê texmîn dikir ku bi êrîş û koçberkirinê dê karibin îradeya gelê me bişikînin. Berxwedana 58 rojan a li Efrînê û berxwedana niha li Şehbayê didome, hemû planên dagirkeran pûç kirin."

(bb)

ANHA


Mijarên Din