Şêniyên Efrînê: Em ê li ber xwe bidin

Şêniyên Efrînê yên ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker koçberî kantona Şehbayê bûne, êrişên rojane yên li ser gundên navçeya Şêrawa û Şehbayê şermezar kirin û gotin: “Em ê berxwedana xwe bidomînin.”

Rojek derbas nabe bêyî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Şêrawa û kantona Efrînê topbaran nekin. Piştî banga NY‘yê ya rawestandina şer ji ber Koronavîrusê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zêde kirine.

Jina bi navê Horiya Henan ji ber êrişên dagirkirinê koçberî Şehbayê bûye, dibêje: "Ji dema ku em ji Efrînê koçberî kantona Şehbayê bûne ve, êrişên çeteyan ranewestiyane. Berovajî wê zêdetir bûne. Em hemû dizanin ku du komkujiyên hovane li Til Rifet û gundê Aqîbeyê çêbûne. Tevî hemû mercan em ê li ber xwe bidin. Em ê li Şehbayê bimînin, ji ber mayîna me mîsogeriya rizgarkirina Efrînê ye."

Fexrî Umer Sultan ê ji Efrînê koçberî Şehbayê bûye destnîşan kir ku armanca dagirkeran a ji êrişên li ser navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê ew e ku şênî bitirsin û dîsa koçber bibin. Sultan got: “Em natirsin, em ê li Şehbayê bimînin. Çi bibe jî em li vir li ber xwe bidin da ku li xak û welatê xwe vegerin."

Ferxî bal kişand li ser aloziya Koronavîrusê û got: "Cîhan bi şerê li dijî vîrusê û çete bi topbarana gundên me mijul in. Cîhanê her tişt rawestandiye û hemû derfetên xwe xistiye xizmeta têkoşîna li dijî Koronavîrûsê. Lê çete bi serkêşiya Erdogan tiştek li ber çavan derbas nakin û êrişên xwe yên hovane didomînin, rehm û mirovahî li cem wan tuneye. Tenê êrişan dikin û şerê taybet li ser gel dimeşînin, lê gel ji wan kiryaran hişyar in û ji îdiayên wan ên derew yeqîn nakin."

Leyla Reşo jî anî ziman ku çete her çendî êriş bike ew ê li Şehbayê bimînin û got: "Berî demekê me dîtin top li derdora kampa Vegerê ketine, her kes dizane ku di kampan de koçberên sivîl hene."

ANHA


Mijarên Din