Şêniyên Efrînê: Em li virin, em ê li ber xwe bidin

Efrîniyên ku kantona Şehbayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan ên li ser gund û navçeyên kantonê şermezar kirin û gotin: “Em ê li ber xwe bidin heta rizgarkirina Efrînê.”

 

Şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê li ber xwe didin, girêdayî topbarana hêzên dagirker ên li ser jîngehên sivîlan ên li gund û navçeyên Şehbayê û binpêkirinên rojane yên li kantona Efrînê nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Şêniya bi navê Leyla Şemo ya ji civaka Êzidî îşaret bi binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelên Êzidî kir û wiha got: “Artêşa Tirk a dagirker gund û bajarokên kantona Şehbayê rojane topbaran dike.”

Leyla wiha domand: "Ev gund bi şêniyên Efrînê yên ji neçarî ji ber êrîşên Tirkiyê ji warê xwe derketine tijî ne. Binpêkirinên wan di vê çarçoveyê de sînordar nema. Li gundên Şêrawayê dîwarên parçekirinê lêdikin da ku Efrînê ji herêmên din ên Sûriyê qut bikin."

Jina bi navê Emîna Reşîd jî  got: “Artêşa Tirk û çeteyên wê ku îdîayê Îslamê dikin, lê ti eleqeya wan bi Îslamê nîne. Hemû bawerî kuştina jin û zarokan, koçberkirina sivîlan ji gund û malên wan qedexe dikin."

Şêniyên bi navê Esed Henan, destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker vejandina xeyalên Osmanî û îmhakirina nasnameya Kurdî li herêmê armanc dike û got: "Em ê li vir li ber xwe bidin heta rizgarkirina Efrînê."

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din