Şêniyên Efrînê: Em ê vegerin axa xwe û Efrînê rizgar bikin

Şêniyên Efrînê yên li navçeya Til Rifet destnîşan kir ku topbarana Tirkiyê û çeteyên wê û êrîşên wê, wan natirsînin û asta berxwedana wan danaxe û teqez kir ku ew ê li ber xwe bidin heta ku Efrîn rizgar bibe.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe li ser navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê di demên dawîn de zêde kirine, rojan e Tirkiye bê cudahî topan diavêje nav sivîlan.

Şêniyên Efrînê ji 18`ê Adara sala çûyî ve li vê herêmê ne. Şêniyan xwe bi rêxistin kir û 16 komîn li Til Rifetê ava kirin da ku xebata xwe bi rê ve bibin, lê rêxistina şêniyan xweşiya Tirkiyê û çeteyên wê neanî, vê carê dest bi êrîşên ser herêmê kirine.

Der barê mijarê de, hevserokê meclisa navçeya Til Rifet Mihemed Henan axivî û diyar kir li navçeya Til Rifetê bombebaranên bê ser û ber rû didin û wiha got: "Cureyek ji cureyên şerê taybet e, di pêvajoya yekemîn a Berxwedana Serdemê de gel xwe bi rêxistin kir, vê yekê keyfa dagirkeriya Tirkiyê neanî."

Henan teqez kir ku li ser vê bingehê şênî radestkirinê red dikin û di rêya berxwedanê de dimeşin û dibêjin ku ew ê heta dawiyê di rêya berxwedanê de bin heta ku Efrîn rizgar dibe.

Welatiyê bi navê Fexrî Omer Sultan jî wiha axivî: "Dema ku artêşa Tirk a dagirker êrîşî Efrînê kir, me mirin bi çavên xwe dît, eger me bixwesta em xwe radest bikin me dê bikira. Lê gel xwe radest nekir, em gelekî bi xaka xwe ya Efrînê ve girêdayî ne û armanca me rizgarkirina Efrînê ye. Êdî top û kiryarên dagirkeran me natirsînin."

Her wiha welatiyê bi navê Mistefa Mihemed ku li ser karê xwe bû li dikaneke bazirganiyê li Til Rifetê, wiha got: "Siyaseta şerê taybet û hovîtiya Tirkiyê di bombebaran û hedefgirtina herêmê de êdî xuya ye, ew ji bo ku rê li pêşiya berxwedana şêniyên Efrînê bigire, lê bê guman em nahêlin, me biryar daye em ê Efrînê rizgar bikin."

Hêjayî gotinê ye ku bi sedan malbatên şehîdan ji pêkhateya Tirkmen, Ereb û Kurd li pêşiya topbaran û siyaseta şerê taybet a dagirkeriya Tirkiyê li ber xwe didin û piştgiriya Berxwedana Serdemê dikin û hebûna Tirkiyê û çeteyan li xaka wan red dikin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din