Şêniyên Efrînê: Gelê Kurd di serdemeke dîrokî de dijî

 Çalakgerên ku beşdarî greva birçîbûnê bûne, bang li Rêxistina Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) kir ku bi erka xwe ya mirovî rabe. Çalakgeran çalakiya greva birçîbûnê wek têkoşîneke dîrokî destnîşan kir.

Çalakiya ku ji aliyê Kongreya Star şaxê herêma Efrînê bi slogana"Têkoşîna di zindanan de dê bi ser bikeve û em ê azadiya rêber Apo mîsoger bikin" bi beşdariya şêniyên navçeya Ehres û Kampa Serdem a li kantona Şehbayê di roja xwe ya heftan de berdewam e.

Bi dehan şêniyên Ehresê û Kampa Serdem a kantona Şehbayê ber bi qadên li navçeya Ehdas a girêdayî Şehbayê ve çûn.

Başdaran cilên spî li xwe kirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin, her wiha sloganên "Bijî têkoşîn" berz kirin.

Çalakiyê bi rêzgirtinê dest pêkir, paşê beşdaran li nirxandinên Ocalan ên der barê birêxistinkirina civakê ser bingeha jiyana şoreşgerî guhdar kir.

Paşê yek ji endamên Kongreya Star a navçeya Ehresê Emîna Dîniklî axivî û got divê pêkhateya Kurd piştgiriya têkoşîna çalakiya greva birçîbûnê bike û wiha pê de çû: "Li hemû parçeyên Kurdistanê û di zindanên Tirkiyê de, divê bi hemû hêz û vîna xwe piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê were kirin, ji ber ku armanca wan rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, ji ber vê yekê em wek gelê Kurd divê ji bo azdiya rêberê xwe her tiştî bikin."

Emîna di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser ku jinên Kurd bi têkoşîn û israra xwe dîrokeke nû tomar kir û wiha anî ziman: "Ji bo parastina dîrok û welatê xwe bi hezaran jin di vê oxirê de şehîd bûn, îro jî berxwedêr Leyla Guven ji hemû cîhanê re tekez dike ku jinên Kurd dikarin her tiştî bikin."

Têkildarî mijarê cîgirê serokatiya Meclisa Ehresê Fewzî Silêman berxwedana çalakgerên birçîbûnê ya di zidanana de û têkoşîna Leyla Guven û hevrêyên wê yên di çalakiya rojiya mirinê de silav kir û wiha got: "Ji bo gelê Kurd ev gaveke dîrokî ye."

Fewzî Silêman di dawiya axaftina xwe bang li rêxistina CPT kir ku der heqê rakirina tecrîda li ser Ocalan bi erka xwe ya mirovî rabin.

Paşê kesên beşdar li dengê Leyla Guvun ê der barê têkoşîna çalakiya çalakgerên grevê ya bi armanca rakirina tecrîda li ser Ocalan guhdarî kir.

Bername bi dana semînerekê ji aliyê yek ji nedamên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Bêrîvan Omer ve ku der barê jiyana têkoşer Zeyneb Kinacî (Zîlan) û têkoşîna ku li dijî artêşa dagirker a Tirk li Kurdistanê daye meşandin, berdewam kir.

Çalakî berdewam e.

 (eh)

ANHA


Mijarên Din