Şêniyên Efrînê: Helbet dê dagirker biçin û em ê jî vegerin

Şêniyên Efrînê yên ku ji ber zilm û êrişên dewleta Tirk a dagirker koçber bûne, got “Kiryarên dewleta Tirk û guhertina demografiyê li ser eniya mirovahiyê lekeyeke şermê ye. Em ê vegerin, helbet dê rojekê dagirker têk biçin.”

Bi nêzîkbûna salvegera duyemîn a dagirkirina Efrînê re zilm û zordestiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didome.

Şêniyê bi navê Ehmed Reşîd got: “Piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê, em neçar man ji mal û gundên xwe derkevin. Artêşa Tirk a dagirker bi awayekî yekser û zanabûn sivîl kirin hedef. Li ber çavên civaka navneteweyî malên me talan kirin û em neçarî koçberiyê kirin. Ji ber wê em civaka navneteweyî wek şirîkê vê komployê dihesibînin. Binpêkirinên dagirkeran û guhertina demografiya herêmê lekeyeke şermê di eniya mirovahiya bêdeng de ye. Em bê deng namînin û em ê axa xwe ya dagirkirî vegerînin. Axa me ya ku wek xenîme di navbera çeteyên Erdogan de hatiye belavkirin."

Şêniyê bi navê Ednan Cafer jî wiha axivî: "Êrişên li dijî bajarê me berdewama Komploya Navneteweyî li dijî gelê Kurd e. Wan texmîn kir ku wê têkoşîna me lewaz bixin. Lê em di rêya pêkanîna rêgezên felsefeya rêber Ocalan di mafê rewa de û pîrozkirina şehîdên ku bi destanên lehengiyê dîroka me xêz kirin, berdewam in."

Têkildarî berdewamkirina guhertina demografîk Cafer got: "Ew çeteyên ku Erdogan ji tevahiya cîhanê anîne, hewl didin demografiya herêma me ya Kurd biguherînin. Lê bi ser nakevin. Ji ber ku em xwedî maf in û helbet dagirker wê biçin."

Şêniyê bi navê Mistefa Mîrkan behsa mijara bikaranîna çekên qedexekirî li dijî sivîlan kir û got: "Di dirêjahiya salên aloziya Sûriyê de Efrîn bajarekî ewle bû û hembêza xwe ji tevahiya gelê Sûriyê re vekiribû. Lê ev taybetmendî li kêfa dewleta Tirk a dagirker nehat. Ji ber wê planek danî û jiyana hevpar a şêniyan bi rêya çekên qedexekirî kir hedef. Di encamê de şênî neçar man koçber bibin."

Di dawiyê de Mistefa got: "Têkoşîn kilîta serkeftinê ye. Me bi parastina axa pêşiyên xwe bawer kir. Lê êrişkeran di radeya yekemîn de zarok kirin hedef. Ji ber wê em neçar man ber bi Şehba yan jî Helebê ve koçber bibin. Lê em bi axa xwe û berxwedanê ji bo rizgarkirina wê ve girêdayî ne. Em ê armancên xwe pêk bînin û axa xwe vegerînin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din