Şêniyên Efrînê ji ber vîrûsê Koronayê tedbîr girtin

Şêniyên Efrînê yên koçberî Şehbayê bûne ji bo xweparastinê ji vîrûsê Koronayê tedbîr girtine û li gorî biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya derbarê rêgirtina li ber belavbûna vîrûsê de tevdigerin.

Ji ber vîrusa Koronayê (Covid -19) ya ku bûye pademiya global û her ku diçe belavtir dibe Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek tedbîr girtin û biryarên girîng ji bo rêgirtina li ber belavbûna vîrusê dan. Rêveberiyê diyar kir ku heta niha tu haletên vîrûsê koronayê li herêmên nehatine tesbît kir û bang li şêniyan kir ku li gorî van biryaran tevbigerin û parastina xwe bikin.

Şêniyên Efrînê yên ku ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê koçberî Efrînê bûne, biryarên Rêveberiya Xweser bi cih tînin.

Şênî bi miqdarên mezin xwarinê dikirin da ku zêde ji mal dernekevin.

Firoşkarê zebzeyan ê ji kantona Şehbayê Cîhad Ebdulqadir got: "Me zebze bi miqdarên biçûk difrot, di vê hefteyê de em bi miqdarên mezin difroşin malbatan ji ber ku dê di malê de depo bikin da ku neçin deverên zehme yên sûkan ji bo ku xwe ji nexweşiyê biparêzin."

Jina bi navê Sêvîn Elî ji Efrînê got: "Em pêwîstiyên xwe yên malê dikirin da nekevin nava qarbalexa bazaran û xwe ji vîrûsa koronayê biparêzin a ku tevahî cîhanê belav bûye, ji ber ku em dizanin derman ji vî vîrûsê re tuneye."

Sêvîn bang li koçberên Efrînê kirin ku "Tedbîran bigirin, li paqijiya xwe miqate bikin û di malê de bimînin da ku xwe ji vîrûsa koronayê biparêzin."

Firoşkarê madeyên xwarinê Yasîn Mihemed anî ziman ku pêwîst e şênî di mal de bimînin û ji kombûnan dûr bikevin.

ANHA


Mijarên Din