Şêniyên Efrînê li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk daketin qadan

Bi sloganên "Bi rîş û rengan em ê berxwedana dîrokê xêz bikin" bi dehan şêniyên kantona Efrînê li dijî êrîş û komkujiyên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan.

Li dijî êrîşên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha komkujiyên der heqê sivîlan de, Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) bi hevkariya Tevgera Hîlala Zêrîn meşek li dar xist.

Meş bi beşdariya endamên Tevgera Hîlala Zêrîn, Tevgera Çand û Hunerê, nûnerên saziyên sivîl û Rêveberiya Xweser a Demokratîk a şaxê Efrîn û Şehbayê bi rê ve çû.

Xwepêşandêran cil û bergên gelêrî li xwe kirin, her wiha alên Tevgera Hîlala Zêrîn, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsên "Bi rîş û rengan em ê berxwedana dîrokê xêz bikin”, “Na ji şer e”, “Ez ne terorîst im”, “Kaniya sûcdariyê li ser zarokan rawestînin”, “Ka mafên zarokan? Zarokên Rojava rizgar bikin”, “Xaka welat hebûna me ye, em zarokên banga azadiyê ne”, “Bi hêviyên zarokan re em li Efîrnê vegerin”, “Azadî ji zaroktî ve dest pê dike, bi rih û şopên wan ên bêguneh em ê ji bo Efîrînê li ber xwe bidin” “Ez dixwazim bijîn”, “Bi çand û hunerê em ê li ber xwe bidin û heta azadî misogar bibe şer bikin” hilgirtin.

Her wiha hejmarek ji nîgarkêşên efrînî jî beşdarî meşê bûn û tabloyên xwe û wêneyên zarokên Efrînê yên ku nîşana berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî artêşa Tirk û komkujiyên li ser sivîlan pêk tînin, hilgirtin.

Meş ji rêya gundê Til Sosin dest pêkir û ber bi kolanên nesereke ve çûn, xwepêşandêran sloganên"Bijî berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, na ji dijminahiya Tirkiyê li dijî zarok û sivîlan, na ji hebûna dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê"berz kirin.

Xwepêşandan li qada Kampa Serdem a li kantona Şehbayê rawestiya û veguherî mîtîngê. Destpêkê rêz girtin û paşê daxuyaniya Tevgera Çand û Hunerê û Tevgera Hîlala Zêrîn ji aliyê xwendekar Şehla Ico ve bi zimanên erebî, kurdî û îngilîzî hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Em wek koçberên ji ber artêşa dewleta Tirk li herêmên Şehba dimînin, êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin û em amade ne parastina zarok û şêniyên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.

Şoreşa me berdewam e û em bi qelema (pênûs) xwe zindî dikin, wekî ku hêzên me di çeperên şer de şer dikin, em ê jî bi qeleman xwe şer bikin, bi rîşa xwe em ê li ber xwe bidin û şer bikin, her wiha em ê çanda xwe ya ku dewleta Tirk bi armanca me qir bike, şerê me dike, berdewam bikin. Em ê domdar bibêjin em amade ne destekê bidine zarok û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li gel ku em ê berxwedan û têkoşîna xwe dewam bikin û ji dagirkeriyê re bibêjin na.

Em bang li saziyên mirovahî dikin ku sînorekî ji êrîşên dewleta Tirk û êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, topbarana sivîlan re deynin. Ka rêxistinên mafên mirovan, çi bersiv dan komkujiyan?"

Paşê koma Rojava ya Tevgera Çand û Hunerê ya Efîrnê staranên şoreşgerî û neteweyî pêşkêş kirin. Meş bi sloganên "Na ji dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Sûriyê re” û “Bijî berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê" bi dawî bû.

(eh)


Mijarên Din