Şêniyên Efrînê: Ocalan yekrêzî, birêxistinkirin û têkoşîn ji me xwest

Şêniyên Efrînê yên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştine, got “Ocalan yekrêzî, birêxistinkirin, azadiya jinan û têkoşîn ji me xwest.”

Dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Sûriyê û Lubnanê bû, hewl dida her tim bi gelê Rojava re bicive yan jî di nav têkiliyan de be. Şêniyên Efrînê yên ji ber dagirkirina Efrînê, niha li Şehbayê dimînin, ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştine, ji ajansa me re kêliyên hevdîtinên xwe yên bi Ocalan re vegotin.

Şêniyê bi navê Ismet Resûl 2 caran bi Ocalan re rûniştiye, cara yekê di sala 1991’an de û cara duyê di 1992`yan de. Resûl dibêje ku Ocalan bi awayekî berfireh mijara yekrêziya refa Kurd li dijî dijminan bi wî re nîqaş kiriye.

Resûl destnîşan kir ku mijarên ku Ocalan behsa wan dikir, îro li ser erdê pêk tên û wiha domand: "Rêber behsa pêwîstiya yekitiyê dikir. Îro jî gelê Kurd yekitiya xwe ava kir, serkeftin pêk anî û bû gelekî berxwedêr ê xwedî vîn. Rêber ji me dixwest ku em pişta xwe nedin tu dewletekê. Îro bi saya yekitiya xwe û bêyî ku em pişta xwe bidin kesekî me gelek destkeftî bi dest xistin. Ev hemû bi saya fikr û felsefeya rêber Ocalan pêk hat."

Jina bi navê Cinak Dîko di sala 1992`yan de li bajarê Helebê bi Ocalan re rûniştiye. Cinak tecrîdkirina Ocalan şermezar kir û banga bidawîkirina tecrîdê kir. Cinak gotinên xwe wiha berdewam kirin: "Dewleta Tirk bawer dikir ku bi dîlgirtina Ocalan dê vîna gelê Kurd bişikîne. Berovajî wê gelê Kurd asta têkoşîna xwe mezin kir. Em berxwedana têkoşer Leyla Guven û hevalên wê silav dikin û ji bo bidawîkirina tecrîdê gelê Kurd dê asta çalakiyan bilind bike."

Cinak axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ocalan behsa birêxistinkirinê dikir. Ji ber ku birêxistinkirin serkeftin e. Her çi qas em xwe bi rêxistin bikin, em ê xwedî vîn bin. Divê ji her êrîşekê re em amade bin."

Zelûx Resûl di sala 1991`an de li Lubnanê bi Ocalan re rûniştiye. Zelûx rojbûna Ocalan, li Ocalan, gelê Kurd bi taybet têkoşer Leyla Guven û hevalên wê yên berxwedêr pîroz kir. Zelûx wiha got: “Di salên 90’î de Ocalan behsa azadiya jinan, awayên birêxistinkirinê û tevlêbûna tevahiya warên siyasî, leşkerî, jiyanî û hwd kir."

(şx)

ANHA


Mijarên Din