Şêniyên Efrînê parçekirin red kir û tekeziya geşkirina têkoşînê kir

Şêniyên Efrînê çalakiyeke girseyî lin dar xist û tekez kir ku dê li dijî dîwarê parçekirina Sûriyê bisekinin û nehêlin artêşa dagirkeriya Tirk û çeteyên wê avakirina dîwar bidomînin. Her wiha tekeziya geşkirina têkoşînê heta rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriyê kir.

Ji bo şermezarkirina dîwarê parçekirina Sûriyê û bi rasthatina 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê, şêniyên herêma Efrînê meşeke girseyî bi hildana wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û pankartên bi nivîsên erebî û kurdî li ser hatine nivîsandin "Na ji bêdengiya li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Bakur re” û “Avakirina baregehên dagirkeriya Tirk li Efrînê parçekirina xaka Sûriyê ye" meşeke girseyî li dar xist.

Meş ji rêya giştî ji gundê Til Qirah ber bi Ehdasê ve di nava dirûşmên redkirina dagirkeriyê, şermezarkirin û tekeziya berdewamkirina berxwedanê heta derxistina dagirkeran ji Sûriyê, dest pê kir.

Meş li Kampa Serdemê veguherî mîtîngê. Dûre Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Efrînê daxuyaniyeke nivîskî ku ji hêla hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Bekir Elo ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Tevahî cîhan bi gelemperî, Sûriyê û Efrîn bi taybet 1’Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê bi hestên hêvî û azarê pêşwaz dikin. Her wiha hêvî dikin ev cejn bibe vegera aştiya Sûriyê û ji dagirkeriya Tirk bê rizgarkirin.

Roj li pey rojê planên qirêj û krêt ên Tirkiyê hewl dide bi Rûsya re li ser hesabê xak û gelê Sûriyê pêk bîne, diyar dibin. Her wiha hikumeta Sûriyê di vê derbarê de ne xem e û mafê xwe yê parastina yekitiya xaka Sûriyê pêk nîne. Li rexê jî ji bilî ziyanên hundirîn ku rû dane, dewleta Tirk dest bi avakirina dîwarê parçekirina Efrînê ji Şehba û herêmên dîtir ên Sûriyê kiriye da ku tev li xaka Tirkiyê bike.

Em weke gelê Efrîn û Şehbayê bang li civaka navdewletî dikin ku der barê kiryar û binpêkirinên dagirkeriya Tirk berpirsiyariyê hilgirin. Ji ber dê encama bêdengiyê û dualîbûna xwe bi vejandina terora DAIŞ’ê da ku bibe kabûsek di singê cîhanê de bi xwe re bîne û hilgire."

Endama Kongreya Star Zelûx Reşîd bal kişand ser berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê û wiha got: "Bi sedan berxwedêr ketine greva birçîbûnê bi armanca têkbirina faşîzma Tirk û sînordarkirina binpêkirinên wê. Ev berxwedan dê bidome heta bidawîkirina zilmê û dijminatiyê û serkeftin a me ye. Em xwediyên dozê ne ku hewl didin maf belav bikin. Ji lew re gotina dawîn a me ye."

Ji aliyekî din ve jî endama Koordînasyona Kongreya Star Hediye Yûsiv îşaret pê kir ku kiryarên Tirkiyê, binpêkirinên pêkanîna qirkirina çandî ne û wiha pê de çû: "Di guhartina demografiya  Efrîn, qirkirina dîrok û çanda wê de dewleta Tirk di binpêkirinên xwe berdewam e. Her wiha ala Tirk hildaye, zarok û civakê fêrî zimanê tirkî dikin. Armanca tevahî kiryaran qirkirin û asîmîlekirina dîroka Kurdan e."

Hediye Yûsiv di dawiyê de li ser dîwarê parçekirinê wiha raber kir: "Sedema avakirina vî dîwarî xwesteka dewleta Tirk a rewakirina dagirkeriya li ser kantona Efrînê ye û tevlêkirina nava xaka Tirkiyê weke Lîwa Iskenderon e. Heke bêndeniya navdewletî di vê derbarê de berdewam kir dê Tirkiyê di binpêkirinên xwe de bidome. Li vir jî a ji me ye ku têkoşîna li dijî dagirkeran bê bilindkirin."

Meş bi dirûşman bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din